Parêzerên li Elmanya: Kiryarên qetilkirina Elçî li holê ne!

Parêzerên li Elmanyayê dijîn, qetilkirina Tahîr Elçî şermezar kirin û weke berpirsyarê vê cînayetê Erdogan û medya alîgirê AKP'ê nîşan da.

Însiyatfa Parêzerên Demokrat û Kurd a Elmanya, der barê qetilkirina Tahîr Elçî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, qetilkirina hevrêyê xwe, hempîşeyê xwe birêz Tahîr Elçî bi tundî şermezar dikin û dixwazin sûcdar tavilê bên dîtin û darizandin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Elçî heta dawiya emrê xwe parêzeriya mafên mirovan, gelê Kurd û hemû bindestan kiriye, lewma gelek caran hatiye darizandin û girtin. Însiyatîfê got, "Ti ceza û gef, li pêşiya têkoşîna wî ya mafên mirovan û demokrasiyê nebûye asteng. Li gorî me kiryarên cînayetê li holê ne."

Însiyatîfê ragihand ku Elçî tabûyek li Tirkiyeyê hilweşandiye û bi wêrekî gotiye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd 'ne terorîst e'. Însiyatîfê got, "Piştî vê daxuyaniyê, rejîma Erdogan û medya hawiz li hemberî wî dest bi kampanya lîncê kirine."

PARÊZERÊN MORA XWE DANÎN BINÊ DAXUYANIYÊ

"Parêzer Bariş Yeşîl (Dusseldorf/Dortmûnd)
Parêzer Nîhat Kaygalan (Dusseldorf)
Parêzer Abdî Yarcû
Parêzer Theodoros Georgoûlîs (Hannover)
Parêzer Muhîttîn Ayhan Akbûlak (Dortmûnd)
Parêzer Îmam Lolan (Dusseldorf/Dortmûnd)
Parêzer Hêlîn Gur-Lolan (Dusseldorf/Dortmûnd)
Parêzer Nûray Temel (Koln)
Parêzer Ayhan Sacik (Bochûm)
Parêzer Îlhan Kavak (Bochûm)
Parêzer Cahît Tolan (Oldenbûrg)
Parêzer Semra Sanliunal (Dusseldorf)"