Parêzerên Demîrtaş serî li DMME’yê dan

Parêzerên Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serî li  DMME’yê dan. Parêzeran gotin mafê hilbijartina serbest hatiye binpêkirin û tespîta vê xwestin.

Parêzerên Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş Mahsûnî Karaman, Benan Molu û Ramazan Demîr serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parêzeran ji ber sedema ku biryarek li ser  serlêdana berdana Demîrtaş nehatiye standin, dema kampanayê li girtîgehê bûye, bi tespîta ku mafên di Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de hatiye binpêkirin, serlêdana xwe kirin.

 ‘DADGEHA BILIND BÊDENG MA’

Parêzer Karaman got piştî ku namzetiya Demîrtaş a ji bo Serokkomariyê teqez bûye wan serlêdan kiriye da ku Demîrtaş wre berdan lê Dadgeha Cezayê Giran a 19 û 20’an a Enqerê ev red kiriye. Karaman got, ‘’Li ser vê me serî li Dadgeha Bilind a Destûrê da. Lê Dadgeha Bilind a Destûrê demeke dirêj bêdeng ma û piştî ku dosya danî ber xwe jî bersiv neda. Li ser vê, bi tespîta ku mafên Birêz Demîrtaş ên ‘azadiya şexsî û mafê ewlehiyê, azadiya derbirînê, mafê hilbijartina serbest’  ên di peymanê de hatine sînordarkirin û bi neqencî hatine bikaranîn me îro serî li DMME’yê da.’’