Parêzerên Amedê: Kujerên Tahir Elçî nayên darizandin!
Parêzerên Baroya Amedê çalakiya xwe ya ji bo Tahir Elçî domandin. Di çalakiyê de hate gotin ku berpirs têne veşartin.
Parêzerên Baroya Amedê çalakiya xwe ya ji bo Tahir Elçî domandin. Di çalakiyê de hate gotin ku berpirs têne veşartin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer. Tahîr Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê li pêş çavê rojnamegeran û qeydên kamerayan hat kuştin. Di ser kuştina Tahir Elçî re 23 meh derbas bûn, lê hêj kujerên Elçî ronî nebûye û nehatin darizandin. Baroya Amedê ku her rojê Înê çalakiyê pêk tînin û dixwazin kujer bên ronîkirin, dîsa li ber Edliyê kom bûn û daxuyanî dan çapemiyê. Baroya Amedê di hefteya 98’an de li ber Edliyê kom bûn û daxwaza dîtin û darizandina kujerê Elçî kirin. Parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn û Pankarka ku wêneyê Elçî û nivîsa bi ziamnê Kurdî û Tirkî ya "Em te ji bîr nakin" nivîsandibû vekirin.
‘FAÎL HÊ JÎ NE DIYARIN’
Sekreterê Baroya Amedê Mahsum Bati, anî ziman ku di ser kuştina Elçî re 23 meh borîn, lê hê kujer nehatine dîtin û nehatine cezakirin. Bati, anî ziman ku heta kujer bê darizandin û edalet cihê xwe bibîne wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Piştî daxuayniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.