Parêzerên Amedê: Dewlet bi zanabûn ji qetilkirina Elçî re bêdeng in!

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûtteknîn, bal kişand ku rayedarên dewletê ji qetilkirina Tahîr Elçî re bêdeng in û pirsa gelo, “Rastiyên ku hûn dizaninin we bêdeng dike.”

Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi û lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 133’yemîn de li Edliya Amedê çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan.

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekîn daxuyanî da.

‘HÛN ÇIMA BÊDENG IN?’

Bûlûttekîn bibîr xist ku di ser cînayeta Elçî de 2 sal û nîv zêdetir dem derbas bû û got: “Li gel ewqas demek dirêj derbas bû jî vê cînayeta ku civakê bi xedarî xemgîn kir, hê jî nehatiye ronîkirin û dosye bi awayek bandor nehatiye birêvebirin. Ji bo ronîkirina cînayetê hemû hewldan û daxuyaniyên Baroya Amedê ji aliyê rayedaran ve bêbersiv hatin hiştin. Bêdengiya rayedaran a li hember lêgerîna me rê li ber xetereyê vedike. Em jî wek lêgerên edaletê vê bêdengiyê qebûl nakin û em ê nekin. Bi taybetî jî bêdengiya rayedarên dewletê! Çima ev bêdengî? Rastiya hûn dizanin we bêdeng dike gelo? Elbet ev bêdengiya we me û civakê bi fikar dike.”

‘EM DEV JÊ BERNADIN’

Bûlûttekîn şîret li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku dosyeya cînayeta Elçî bi rê ve dibe kir û got: “Hûn jî Tahîr Elçî ji xwe re bikin mînak. Hûn jî wek wî netirsin û bi wêrekî di rêya edalet û maf de bimeşin. Hempîşeye we Tahîr Elçî bi rastî ji bi nasnametiya xwe ya parastina maf û hiqûq ji bo me mînakek baş e.” Bûlûttekîn got ew ê heta ji bo kuştina Elçî edalet pêk were wê dev ji helwesta xwe bernedin û wê qet bêdeng nebin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.