Parêzeran vê hefteyê jî nekarîn biçin Îmralî

Parêzeran vê hefteyê jî nekarîn biçin Îmralî

Parêzêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabeye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Muhdî Oztuzun, ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan. Lê disa bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 153 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaşe û destûra fermiye.