Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Huseyîn Bogatekîn, ji bo karibin bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê qebûl kirin dê sibê herin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Hemû serlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27'ê tîrmehê 2011'an ve kirine bi hincetên cûr bi cûr hatine red kirin.