Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve parêzeran, malbatê û wasiyê Ocalan ji bo karibin "bi lez" hevdîtinê bikin 13 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dane. Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê dane.