Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdorzgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bû 762 car ku parêzer serî lê didin.
Parêzerên Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdorzgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bû 762 car ku parêzer serî lê didin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengiz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez, Fûat Coşacak ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Heta niha serlêdanên parêzeran bi hincetên, "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî xirabe ye", "Keştî tê çêkirin", "Rewşa awarte ye", "Astengkirina ku qanûna hejmar 5275 rewa dike" hwd. hatine redkirin.