Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê dan
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin ku sê sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.