Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serlêdaneke din kirin.

Parêzer Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veksî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi cîhan derve re bi temamî hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinan re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.