Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Sûzan Akîpa ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî bibînin serlêdan kirin. Parêzeran xwestin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bikin û ji bo vê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.