Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.