Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç ve Faik Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û nêzî 3 sal in ti agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.