Parêzera Ocalan Uysal: Dem qediya, tecrîd berdewam dike

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uysal bal kişand ser daxuyaniya Ocalan a ‘Pêvajoya 40 rojan girîng e’ û diyar kir, Ocalan gotiye  “Berdewamkirina hevdîtinan ji bo nêzîkahiya li çareseriyê girîng e''.

Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 18’ê Hezîrana 2019’an ve dîsa têne astengkirin. Parêzera Ocalan Newroz Uysal daxuyaniya wezîrê dadê Abdulhamît Gul a ‘ Di warê hiqûqî de astengî tune ye’ bi bîr xist û xwest daxuyanî bi awayekî polîtîk jî bersivê bibîne.

Parêzara Ocalan, Newroz Uysal têkildarî sedemên astengkirina hevdîtinê ya bi muwekîlê xwe re û encamên bi xwe re tîne, ji ANHA'yê re axivî.

'LI IMRALIYÊ NEHIQUQÎ BINGEH E'

Newroz Uysal diyar kir ku eşkerekirina astengkirina hevdîtinê bi hiqûqê nayê şîrovekirin û got pergala tecrîda li Imraliyê ji xwe re bêhiqûqiyê bingeh digire.

Newroz Uysal têkildarî mijarê wiha axivî: “Wekî her demê di vê demê de jî astengkirina hevdîtinê ne hiqûqî ye. Mixabin mirov dikare bi siyasetê pênase bike. Di vê çarçoveyê de, li gorî me astengkirina hevdîtinê, bi awayekî kêfî û siyasî ye.”

'LI GRAVA IMRALIYÊ REWŞEKE NÛ'

Newroz Uysal daxuyand ku di pêvajoya çalakiya grevên birçîbûnê de ji meha Nîsanê (Ji xeynî 3 hevdîtinên di meha Hezîranê de pêk hatin) û vir ve daxwaza hemû serlêdanên hevdîtinê ji hêla rêveberan ve bê bersiv hatine hiştin û wiha dewam kir: “Bersiv tenê dema ku hevdîtin pêk hatin, hate dayîn. Dema ku hevdîtin pêk nehatin jî ne erênî û ne jî neyînî bersiv ji bo daxwazên me nehatin dayîn. Ev jî ji bo sepandina girava Îmraliyê sepandinên nû ne. Di demên borî de daxwazên hevdîtinan wekî ‘Rewşa hewa ne baş e, keştî xirabe ye û hwd.’ şûn ve dihat vegerandin. Qedexekirina hevdîtina parêzaran a bi muwekîlan re di Nîsana 2019’an de hatibû rakirin. Ruxmî vê yekî jî demeke dirêj e daxwazên me yên hevdîtinê nayên qebûlkirin û bersiv jî nayê dayîn. “

Piştî ku di 2’yê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin, bi reya parêzerên wî deklarasyona ku ji 7 zagonan pêk dihat, ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Newroz Uysal têkildarî vê deklarasyonê jî wiha axivî: “Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û ji bo li Rojhilata Navîn demokrasî pêk bê bandor û heza wî, me hemûyan bi hev re dît.”

'ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN RAWESTA LI NEÇARESERIYÊ YE'

Newroz Uysal diyar kir ku piştî hevdîtina li ımraliyê pêk hat, rewşa neyînî ya li ser civakê belav bû û mirovan bi hêvî li jiyanê nêrî û wiha got: “Piştî ku bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hat, tabloyeke erênî ji bo çareseriyê derket holê. Lê bi astengkirina hevdîtinê jî israra di bêçareseriyê de, careke din îspat bû.”

'ENCAMA TECRÎDÊ WÊRANÎ YE'
Newroz Uysal têkildarî hevdîtinên bi Ocalan re got: “Ev nayê wateya ku li Imraliyê tecrîd bi dawî bûye. Pergala tecrîda li Imraliyê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd û gelekên din derdixe holê. Encamên tecrîdê yên 4 salan gelek wêranî bi xwe re anîn.”

Newroz Uysal di berdewama axaftina xwe de got: “Ji ber vê yekê divê mirov li gel hevdîtinên bi parêzeran re dîsa li rewşa derbaskirina pergala tecrîdê ya li Imraliyê, hevdîtinên bi malbat û parêzaran re domdar in an na û dîsa divê mirov binêre bê ka mafên hiqûqî pêk tên an na. Nêzîkatiya di vê qonaxê de di encama polîtîkayên ku hatin afirandin û têkoşîna civakê de qismî hatin şikandin. Hevdîtinên li Imraliyê pêk hatin û encamên wê bi awayekî nivîskî ji raya giştî re hat eşkerekirin ku gelek girîng bû. Bendewariya ku dê ev nêzîkatî veguherin krîterên demokratîk ên hiqûqî jî gelekî zû ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi hemû zagon û sepandinên xwe di meriyetê de ye. Sepandinên hê giran jî gengaz in û divê mirov di vê pêşdîtinê de be.”

'DAXUYANIYA ABDULHAMÎT GUL DIVÊ BI AWAYEKÎ POLÎTÎK BERSIVÊ BIBÎNE'

Newroz Uysal daxuyand ku wezîrê dadê Abdulhamît Gul gotiye “Ji bo berdewamkirina hevdîtinan tu astengî tune e” û got: “Li gorî daxuyaniya Gul tu sedemên astengkirina hevdîtinan jî tune ne. Em dixwazin daxwazên serlêdanên hevdîtinê bên qebûlkirin. Eger pêwistiya vê daxuyaniyê bi cih nayê, ev yek nayê wateya astengkirina hiqûqî. Ev yek dide xuyakirin ku astengiyên polîtîk hene. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ku xwestiye çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe, gotiye ‘Rewşa hevdîtinê ya dê pêk bê yan na dê di 30-40 rojî de diyar bibe’. Teqwîm girêdayî hêla xwe ya konjonktura rojevê ya nêz e. Bi aliyê xwe yê din jî ‘Sekna Îmraliyê’ û têkildarî bicihbûna siyasî ya Ocalan e.”

Newroz Uysal diyar kir ku sekna Îmraliyê îfadekirina vîna siyasî ya demokratîk û aştiyeke birûmet e û  wiha domand: “Ev sekna Ocalan a li Îmraliyê mohra xwe li hemû hevdîtin û şêwiran dixe. Lewma di warê Ocalan de hevdîtinên bi parêzer, malbat û hwd. berdewam bike, ev yek tê wateya fikrên rasteqîn ên sekna li Îmraliyê ku bingehê bibîne û domdar be. Di vê çerçoveyê de, Ocalan ji bo raya giştî ya demokratîk û dewletê banga amadebûna çareseriyên aqilane kiribû.”

DEMA 30-40 ROJÎ QEDIYA

Newroz Uysal da zanîn ku dema ku Ocalan da bi dawî bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku ji ber Ocalan girîngiyê dide, dixwaze nêzîkatiyên li hemberî wî bên fêmkirin û nirxandinên têkildarî dîrok û qedera erdnîgariyê ne, ne rojane û serveyî  bin. Dema 30-40 rojî da. Diyarkirina vê demê îro derbas bû û em dê bi hev re nêzîkatî dê çawa bibe, bi hev re bibînin.”