Parêzer wê ‘Mîtînga Parastinê ya Mezin’ lidar bixin

Serokê 30 baroyan ragihandin ku wê li Enqerê Mîtînga Parastinê ya Mezin bikin, banga tevlîbûnê li hemû baroyan kirin.

Desthilata AKP'ê ji bo pergala hilbijartina baroyan biguherîne pêşnûmeya zagonê anîn rojeva meclîsê. Li dijî vê hewldana AKP'ê îro parêzeran li Stenbol mîtîng lidar xistin û li Edeneyê xwestin bimeşin. Hefteyek berê serokên Baroyan meşiyan Enqereyê û bertekên xwe anin ziman. Niha jî Serokên 30 baroyan bang li tevlêbûna Mîtînga Mezin kirin.

Serokên baroyan li oteleke li Enqereyê kom bûn, têkildarî mîtîngê daxuyanî dan. Serokê Baroya Amasya Ahmet Melik Derindere, anî ziman ku daxwaza guhertina zagonê ji aliyê kesên der barê baroyan de agahiya wan tune hatiye amadekirin û wiha got: "Gotinên ku baro siyasetê dikin' dikin hincet. Dijberî vê yekê baro parastinê dikin. Dijberî vê yekê pergala pir buroyan encama siyasetê ye. Ger ku buroyan zêde bikin wê berberî zêde bibe. Wê siyaseta dinava baroyan de pêş bikeve. "

Derîndere, anî ziman ku piştî zagona pêşnûmayê anîn rojeva meclîsê wê di 3'e Tîrmehê de Mîtinga Parastinê ya mezin lidar bixin. Li ser biryara 19'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê serokên baroyan di 19-22'ê Hezîranê de meşiyan Enqereyê. Dîsa piştî pêşnûma hat meclîsê em wekî Baroyên Tirkiyeyê dê di 03'ê Tîrmeha 2020'an saet di 14.00’an de li Enqereyê Mîtînga Parastina Mezin lidar bixin. Em bang li hemû parêzerên di bin baneyê baroyên xwe de dikin ku tevlî Mîtînga Parastina Mezin bibin."