Parêzera Rûs Bast: Tirkiye sûc dike, Rûsya dibe hevpar!

Parêzera Rûs Marîa Bast diyar kir ku Tirkiye bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re êrîşî Efrînê kiriye û got, "Rûsya jî bi têgihiştina, "ji bo serketinê serî li her rêyê dikare bê dayin' tevdigere."

Seroka Yekîtiya Parêzerên Rûsyayê ya ji bo Parastina Mafên Mirovan Maîra Bast, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û rola Rûsyayê ya li herêmê ji ANF'ê re nirxand.

Bast diyar kir ku Tirkiye bi taybetî jî Erdogan naxwaze Kurd bibin xwedî maf û got, "Dema ku DAÎŞ li herêmê bû, deng ji Erdogan dernediket. Ji ber ku li ser navê wî DAÎŞ'ê li dijî Kurdan şer dikir. Lê piştî ku DAÎŞ têk çû, rewş guherî. Vê carê artêşa Tirk neçar ma bikeve herêmê. Operasyona ku niha li Efrînê tê kirin binpêkirina mafên mirovan e. Binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Divê destûr ji Tirkiyeyê re neyê dayin ku vê qanûnê binpê bike."

Der barê bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser mijara jî Bast got, "Divê em ji bîr neki nku Neteweyên Yekbûyî ji neteweyên cuda pêk tê. Eger bi rastî jî Neteweyên Yekbûyî ji bo çaresekririna pirsgirêkên neteweyan tevbigeriya, eger îradeya neteweyan temsî bikira, ev bûyer dibe ku ewqasî mezin nebûya. Lê belê dewletên navneteweyî li şûna ku bi rengekî însanî nêzî bûyeran bibe, bi awayekî siyasî nêzîk dibin. Ev yek jî pirsgirêkan giran dike. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî ji van dewletan pêk tê, beriya her tiştî berjewendiyên van dewletan hesab dike. We dîtiye ku Neteweyên Yekbûyî ji bo pûçkirina biryareke vîna siyasî daye helwestek nîşan daye? Ev ne pêkan e, yanî bi kurtasî Neteweyên Yekbûyî rêxistinbûneke ji bo parastina van dewletan. Di rewşeke wiha de, daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Efrînê, ji banga hişyarî û hestiyariyê wêdetir nîne."

Di dewama axaftina xwe de Bast bi bîr xist ku Tirkiye welateke ku mohra xwe daniye binê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û got, "Ya ku niha li Efrînê dike binpêkirina mafên mirovan e. Tirkiye ne tenê li Efrînê, li cihên cuda jî bi taybetî li nava sînorên xwe gelek sûcên mezin kiriye. Divê ev baş werin lêkolîn û îspatkirin. Piştî ku ev hat îspatkirin wê hingî siyasiyên hikumetê karibin bên darizandin."

Têkildarî destek û erêkirina Rûsyayê ya ji bo êrîşên dewleta Tirk Marîa Bast got, "Di dema Sowyetê de Rûsyayê timî destek da Kurdan. Ji bo serketina Kurdan Rûsya kete nava hewldanên girîng. Bi gelek partiyên Kurd re xwedî têkiliyeke erênî bû. Eger Rûsyayê polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan a dema Sowyetê bidomanda, wê niha li Rojhilata Navîn dewleteke Kurd a dostê Rûsyayê hebûya. Rewşa niha ya Rûsyayê gelekî cuda ye. Hûn pê zanin, li Rûsyayê gelek gel dijîn, hesasiyetên cuda hene û Rûsya neçar e li gorî vê yekê siyasetê bike. Rêveberiya Rûsyayê car carna neçar dikare hin biryarên siyasî yên ku gel wan erê nake bigire. Dibe ku Rûsya ji bo xwe biparêze vê dike. Bi taybetî, Rûsya ku piştî hilweşîna Sowyetan qebûl kir ku bibe dewleteke emperyalîst, ji bo bandora xwe ya li herêmê zêde bike û berjewendiyên xwe biparêze neçar dimîne pêngavên wiha yên siyasî bike. Rûsya timî nêzî dewletên totalîter sekiniye û berjewendiyên xwe jî bi saya vê yekê parastiye. Dema ku ev kir jî gelek caran li pêşberî binpêkirina mafên mirovan bêdeng maye. Ji bo Rûsyayê tenê tiştek girîng e. Ew jî, 'ji bo serketinê di her rêyê de dikare bimeşe'. Di rewşeke wiha de Rûsyayê di mijara Kurdan de li cem aliyê xurt cih girtiye. Rûsya di oxira parastina berjewendiyên xwe de, bêyî bêje 'ev mafdar e, ev neheq e' pozîsyona xwe guhertiye. Bi dîtina min, ne xema Rûsyayê ye ku Tirkiye hîn bêhtir mafên mirovan binpê bike, axa Sûriyeyê dagir bike, bi komên terorê re bibe yek yan na."