Parêzer, miwekîl û qerdiyan hatine destgîrkirin

Li Riha, Amed, Şirnex û Wanê parêzer, miwekîl û qerdiyan hatin destgîrkirin.

Diyar bû bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ya bi navenda Rihayê, li Amed, Şirnex û Wanê gelek kes hatin destgîrkirin. Gelek parêzer, hevşaredar, qerdiyan û siyasetmedar hatin destgîrkirin.

Bi çarçoweya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 10 parêzer, şaredarek, 12 qerdiyan û gelek siyasetmedar hatin destgîrkriin.  Her çendî sedema destgîrkirinê nehatibe vegotin jî hate gotin hedefa operasyonê parêzer, girtîgeh, miwekîlên ku hatine berdan û qerdiyan in. Hate gotin 12 qerdiyanên ku hatine destgîkirin li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Sîwerekê peywirdar in. Tê gotin derbarê 103 kesî biryara destgîrkirinê hatiye standin.

KESÊN DESTGÎRKIRÎ

Navê kesên ku hatine destgîrkriin wiha ne:

Riha: Parêzer Metîn Ozbadem (Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê), Emîn Baran, Hîdayet Enmek, Sevda Çelîk Ozbîngol, Cemo Tuysuz, Şeyhmûs Înal, Huseyîn Îzol, rêveberê berê yê HDP'ê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê ya Siwerekê Ibrahîm Ayyildiz, xebatkarê Radyo Karacadag a ku hatî girtin Salih Erbekler, Halîl Çay, Mizgîn Çay Yavûz, Kemal Ak.
Amed: Parêzer Zeynep Işik û Ozkan Avci, Dîdar Çeşme, Mehmet Akdogan, Zeynep Kiyar.

Şirnex: Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, parêzer Gurgun Kadirhan.

Wan: Hakan Keleş.