Parêzer ji bo Tîmtîk û Unsal hatin gelhev

Parêzer ji bo hempîşeyên xwe Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên di rojiya mirinê de ne, hatin gelhev.

Parêzerên Buruya Hiquqê a Gel û parêzerê girêdayî baroyên cuda, ji bo parêzerên Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “lêpirsina adilane” li girtîgehê rehîn hatine girtin, di rojiya mirinê de ne, li ber Edliyeye Stenbol a li Çagalaynê hatin gelhev.

Ji Buroya Hiquqê ya Gel Ayşegul Çagatay got, “Ev welat cihê kujeran, parêzvanên bersucan e; li vî welat kesên ku sucên hatî kirin nişan dike lê tê girtin.”

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn û ev hate gotin:“Di her çirkeya ku daxwazên me neyê pêkanîn de windakirin kîloyan ên Aytaç û Ebru zêde dibe, tendirustiya wan têk diçe.” û peyama “Em bibin yek em ê serbikevîn” dan.