Parêzer ji bo biçin Îmraliyê, dîsa serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bînin, serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bînin, serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî jê nayê girtin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.