Parêzer: Divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
Parêzên OHD’yî bal kişandin ser vî tiştî ku îro rojiya mirinê hatiye destpêkirin û ji ber vê jî divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.
Parêzên OHD’yî bal kişandin ser vî tiştî ku îro rojiya mirinê hatiye destpêkirin û ji ber vê jî divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li baxçeyê Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hoşyar Sariyildiz ve hate xwendin. Gelek parêzer tevî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Sariyildiz diyar kir ku Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 174 roj in di greva birçîbûnê de ye û îro jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine û got ku “Desthilatdariya heyî li hemberî daxwazên girtiyan hê tu gav neavêtiye û naxwaza van çalakiyan bibîne. Desthiltdarî niha jî li her derê êrîşî çalakiyên ji bo greva birçîbûnê dike. “
Sariyildiz diyar kir ku divê desthilatdarî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bike û berpirsyarê mirinan jî hikumet e.