Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê rapor da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê û diyar kir ku nikare di girtîgehê de bimînin. Parêzeran piştî raporê ji bo berdana Tîmtîk û Unsal serî li 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan. Lê dadgehê daxwaza berdanê ya parêzeran red kir. Çalakiya rojiya mirinê ya Ebrû Tîmtîk di roja 210'emîn deye û ya Aytaç Unsal jî di roja 179'emîn deye. Her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Ger parêzer neyin berdan wê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin.
Parêzeran nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku dadgehê fermana mirinê ya hevalên me îmze kiriye. Li dijî hewldana mudaxeleyê parêzer wê biçin Girtîgeha Sîlîvrîyê.