Parêzer çûn dîtina binçavkiriyên li Stenbolê

Parêzer çûn dîtina binçavkiriyên li Stenbolê

Li Stenbolê, parêzer çûn serdana welatiyên di encama operasyona polêsan a doh de hatin binçavkirin.

Welatiyên ku di serdegirtinên ESP, ETHA, Rojnameya Atilim, SGD û Radyoya Azad de di bin navê operasyona li dijî MLKP'ê de hatin binçavkirin, piştî temambûna qedexeya 24 saetan, dest bi dîtina parêzerên xwe kirin.

Ji parêzerên binçavkiriyan Ozlem Gumuştaş agahî da ANF'ê û diyar kir, ku ji ber biryara veşartî ya li ser dosyayê, ew nizanin ka binçavkirî bi kîjan gunehê tên tewambarkirin. Parêzer Gumuştaş da xuyakirin, ku nêzî 70 binçavkirî hene û hevdîtinên wan ên bi binçavkiriyan re dewam dikin.