Papaz Garis: Di qirkirinê de ji gundê me 1200 kes hatin kuştin
Papazê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garîs da zanîn ku di dema qirkirina 1915’an de tenê ji gundê wan1200 kes hatin qetilkirin.
Papazê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garîs da zanîn ku di dema qirkirina 1915’an de tenê ji gundê wan1200 kes hatin qetilkirin.
Papazê Dêra Ortadoks a Suryanî ya Swêdê Abraham Garîs da zanîn ku di dema qirkirina 1915’an de tenê ji gundê wan 1200 kes hatin qetilkirin. Garîs da zanîn ku divê Erdogan û AKP demildest dawî li polîtîkaya înkarê bînin, qirkirinê qebûl bikin û ji mexdûrên komkujiyê lêborînê bixwazin. Garîs got: “Ji bo pêşeroja zarokên me dengên me ji HDP’ê re ne.”
Garîs bi lêv kir ku 1200 hezar kes di demên cuda û li deverên cuda, bi rêbazên cuda hatin tinekirin û destnîşan kir ku 99 kes bi hinceta seferberiyê şandin Eniya Rojhilat û tenê ji van 8 kes vegeriyane.
Garîs got: “Komkujiya sereke di 20’ê Tîrmeha 1915’an de pêk hat û di nava heman rojê de 1000 kes hatine qetilkirin . 45 kesên li dêrê bi cih bibûn, 55 ciwan û zarokên Suryanî yên ji gundê Iwardo hatibûn, hatin qetilkirin.”
23 ZAROK AVÊTIN BÎRAN
Garîs wiha berdewam kir: “Iwardoyî ji bo dorpêçkirina dêrê bişikînin, ketine nava hewldanan û 35 jinên ku derfet dîtin û çû avê bînin, hatin qetilkirin. Ji malbata Şeyno 65 kes hatin xapandin û derxistin derveyî dêrê û hatin qetilkirin. 23 zarokên 20 roj piştî qirkirinê bê dê û bê bav man, avêtin bîra bi navê Neco Temîr. Li deverên cuda 15 hebên din hatin qetilkirin. 11 kes ji birçîna mirin. Bi tevahî 1200 kes li gundê Botî di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan. Beriya seferberiyê nifûsa gund 1600 bû û ev piştre daket 271 kesî. Di dêra ku hat dorpêçkirin de 31 kes têde tinebûn û 83 kesî xwe xilas kiribûn. Piştî bi dawîbûna qirkirinê Misilmanan nêzî 90 jin û zarokî revandin. Ji wan tenê 7 kes vegeriyan. Yên din Îslam li wan hat ferzkirin û bi Misilmanan re zewicandin. Ji 24 zarokên kur, 16 kes vegeriyan.”
HAT HEDEFKIRIN KU HEMÛ XIRISTIYAN BÊN RAKIRIN
Garîs di berdewamiya axaftina xwe de got ku hedef ev bû, hemû gelê Xiristiyan tine bikin û wiha berdewam kir: “Hefteyek, 10 roj beriya komkujiyê Qeymeqamtiya Mîdyadê civînek veşarî kir. Qeymeqam ji bo Xiristiyanan tine bikin eşîrên herêmê berhev kir. Talîmat da her axayî ku Xiristiyanan ji holê rakin. Li gundê me Saîh Temîr Axa mêze dikir. Ji eşîra Temîr 200 kes, ji eşîra Kercosê 100 kes, ji eşîra Raman 100 kes û ji eşîra Berîva 100 bi tevahî 500 kesî êrîşî gundê me kirin.
QEYMEQAM, LEŞKER Û EŞÎRAN QIRKIRIN PÊK ANÎ
Di vê navberê de 25 leşker şandin gund. Peywira wan ev bû ku nehêlin gelê gund ji gund derkevin. Qeymeqam, leşker û eşîran bi hev re qirkirin pêk anî. Di 7’ê Tîrmehê de dema êrîşê destpê kir, hemû kesî biryar da ku li dêrê bicih bin.
Dêr li cihekî bilind bû. Dora wê keleh bû. Suryaniyan 13 rojan li ber xwe dan. Ji kesekî ku dora dêrê dorpêş kiribûn, dîwar qûb kir û ket hewşê. Ji ber vê hemû Suryanî neçar man bikevin hundirê dêrê. Serî metrekareyî 3 kes diket. Bîra dêrê, di hewşê de bû û piştî eşîr ketin hewşê pirsgirêka avê derket. 100 kesên ji Iwardo ji bo xilaskirina Suryaniyên di dêrê de bû, hatin hewldana wan bê encam ma.”
HEMÛ HATIN QETILKIRIN
Garîs da xuyakirin ku vê encamê moralê gelê di dêrê de xera kiriye û di sê rojên dawî yên berxwedanê de ava bîrê bi tevahî hatiye birîn û berxwedana wan bi tevahî hatiye şikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema deriyên dêrê hatin vekirin, hemû perîşan bûn. Nekarin tiştek bikin. Lê hinek mêran xwe xilas kiribûn. Yên din hemû hatin qetilkirin. Suryanî beriya bên qetilkirin, cil û bergên wan hatin derxistin. Cesed şewitandin. Kalê min xwe rizgar kiribû. Wî ev ji min re gotin. Hemû kesên li dêrê hatin qetilkirin. Yekane sûcê wan Xiristiyanî bû.
GUND VEGUHERÎ CEHENEMÊ
Gundê me berê qirkirinê gelek xweş û zindî bû. Lê piştre veguherî cehnemê. Kesên li jiyanê man jî daxwaza wan jiyanê nema. Di sala 1985’an de piştî zext û êrîş zêde bûn, koçî Ewropayê kirin. Bandora qirkirina 1915’an ti car ji ser gund ranebû. Ji hişê Xiristiyanan ti car paqij nebû. Travmaya Seyfo ti car naqede.”
PKK ADÎLANE NÊZÎ SURYANIYAN DIBÛ
Garîs destnîşan kir ku di 1985’an de eşîrên Kurdan keçên Suryanî direvandin û li aliyê din jî Hîzbullahê êrîşê Suryaniyan dikir û got: “Suryanî neçar man koç bikin. Wan deman PKK derket lê têr nedikir. Wê demê zêde ne xurt bû. Adîlane nêzî Suryaniyan dibûn. Ger îro hîna Suryanî li vir hebin ev bi saya PKK’ê ye. An jî wê ti kes li wir nemana. Ji ber vê hinek Suryaniyan Mîdyad terk nekir.
Îttîhat û Terakkiyê armanc kir ku hemû komên cuda û ne Misilman tine bike. Suryanî ti car bi siyasetê re eleqedar nebûn. Li ku derê Ermenî, Suryanî, Keldanî û Rûmek hebû hatin qetilkirin. Êrîşî Êzidiyan kirin.
HER LEŞKEREK 250 GULEYÊN WÎ HEBÛN
Dewleta Tirk dibêje ne komujiyek plankirî bû. Ger komkujiyek bi plan tinebû, gelo çima 25 leşker şandin gundê me. Çima her leşkerek 250 guleyên wî hebûn. Ev mirovên ku 13 rojan hatin dorpêçkirin çima dewletê xilas nekir.
EM AŞTIYÊ DIXWAZIN, NE TAZMÎNATÊ
Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin dewlet bi gel re bê rû hev. Em tazmînatê naxwazin. Dewletê dest danî ser hemû malên dêra me. Kirin malê dewletê. Em nekarin niha jê bigirin. Mal û milkê me girtin. Bila ji ber komkujiyê lêborînê bixwazin. Ger efûyê bixwazin wê dilê me rehet be. Ez ê wî kesî efû bikim. Ev lêborîn ji bo me gelek girîng e. Ji bo dîrokê girîng e. Divê ev pêk bê. Dewleta ku bi paşeroja xwe re neyê rû hev dikare komkujiyek din jî bike.”
SURYANÎ Û KURD WÊ DEMOKRASIYÊ NÎŞANÎ DEWLETA TIRK BIDIN
Garîs bi lêv kir ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn li pey lîstikên siyasî yên nû ne û got: “Divê bê zanîn ku wê ti car bi ser nekeve. Dewleta Tirk dixwaze xwe mezin û xurt bide nasîn lê di rewşeke ku dikare ji Suryanî û Kurdan dersê bigire de ye. Em ê demokrasiyê nîşanî wan bidin.
LI ROJAVA PERGALEK ADÎLANE HEYE
Garîs geşedanên li Rojava nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li Kantonan geşedanan gelek girîng dibînin. Li wir pergaleke adîlane heye. Hinek Suryanî dibêjin em çima wir re dibêjin Rojava. Min jî got ku ger hûn naxwazin bi Kurdî bêjin, bi Suryanî bêjin Moarto an jî Gozarto. Nav ne girîng e. Ya girîng ev pergal ne di bin rêvegeriya gelê Kurd de ye.”
DENGÊN ME JI HDP’Ê RE NE
Garîs di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Suryaniyan a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de û got: “Ez di navbera PYD û HDP’ê de cudahiyên cidî nabînim. Em ji bo pêşeroj, gelê xwe û zarokên xwe piştgiriyê didin HDP’ê.”