Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Pantolonê te û çalakvanê rûpûş dişibe hev!

Pantolonê te û çalakvanê rûpûş dişibe hev!

Erhan Tûgan ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye, ji du çalakiyên ku berpirsyar tê girtin qet tevlî nebûye. Bi ‘delîlên’ ku ji aqil dûr yên weke, “pantolonê te û çalakvanê rûpûş dişibe hev” tê sûcdar kirin. Di rûniştina dawî de bêy ku parastinê bike, 31 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birîn.

Mehmet Sogut nameya Erhan Tûgan ya ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê şandî li quncika xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nivîsand. Tûgan di nameya xwe ya şandî de çawa ji 2 çalakiyên ku tevlînebûye û bigiştî 3 çalakiyan bi hincetên ji aqil dûr û ‘delîl’an berpirs tê girtin, vedibêje. Di rûniştina dawî de parêzerê wî ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî tevlî nebû, bêy ku parastinê bike 31 sal cezayê girtîgehê lê birîn, di nameya şandî de ev tişt vegotin:

“Lêpirsînek ya di derbarê min de hatî vekirin, meşa ku ji aliyê BDP’ê 9’ê Cotmeha 2010’an biboneya sala 1998’an derketina Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê ye ku di vê meşê de ti rageşî çênebibû. Her kesê ku tevlî vê meşê bûye, bê deng belavbûye. Ji xwe polîsan di girtekên xwe de jî daye diyarkirin ku, di vê dîrokê de çi bûyer çênebûne. Lê belê ez bawerim dozger weke fêrbûnekê lêkiriye, bêy ku jiberkirina xwe xirab bike, bûyerên piştî meşê derketine ez sûcdar kirime. Yanî weke hûn dizanin, ez ji ber bûyerekî neçêbûyî têm sûcdar kirin. “Lêbelê vir Tirkiyeye her tişt çêdibin.”

LI REXMÎ KU NEXWENDEKARE Û CIHEK CÛDA!

Kanûna 2009’an meşa ku DTP’a hatî girtin organîze kirî û di vê meşê de bûyer derketibûn, her wiha di bûyeran de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem bi guleya polîsan hatibû qetilkirin. Di sala 2010’an bi armanca salvegera şahadeta Aydin Erdem li hemû zanîngehan meş hatibûn kirin û ev bûyer hatibû protesto kirin. 5’ê Kanûna 2010’an li navçeya Bismil ya Amedê li derdora demjimêr 19.00’an de, ji bo protesto kirina vê bûyerê xwendekaran meşek organîze kiriye û di vê meşê de xwendekarek hatiye binçavkirin. Ev xwendekarê ku navê min jî nizane, nizanim ji ber çi di nava ew qas xwendekarên tevlî meşê bûne tenê ez teşhîs kirime. Bila qet xelet neyê fêmkirin, ez xwendekar jî nînim. Li rexmî ku min piştrastkir ku ez li cihek din jî bûme, her wiha li rexmî ew qas mirovan û polîs jî di nav de şahidî kirin ku ez li cihek din bûm jî, dîsan Dadgeha Rayeya Taybet ev bûyer xist stûyê min. şahidiya ew qas mirovan bawer nekir û tiştek hesab nekir, tenê ji kesekê ku îftîra avêtiye ser min bawer kirin. Ji xwe ew kesê îftîra avêtine ser min jî îfadeyên wî hevnagirin. Ev bûyer jî bi vî awayî kete ser stûyê min. ‘Erê, ev der Tirkiyeye, dibe ku her tişt çêbibe’.

PANTOLON DI ŞIBIN HEV, EV TÊR DIKE Û ZÊDE YE JÎ

7 gêrîlayên HPG’ê yên li Hatayê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê gêrîlayekî ji bo defînkirinê di 6’ê Nîsana 2011’an de anîn Bismilê. Piştî merasima cenaze bûyer derketine û di vê bûyerê de ji xwe ez ne li wê taxê bûm, dîsan polîs, dozger û dadgeran ‘rolê sereke’ hêjayî min dîtine. “Pantolonê we û kesê rûpûş yê tevlî çalakiyê bûye di şibe hev.” Aha ji te re delîl. Ez temaşeyî wêneyan dikim, kesê rûpûş û ez di aliyê fîzîkî de jî naşibîn hev. Ne bejna me û ne jî kîloyên me dişibin hev. Tenê tişta dişibe hev pantolonê me ye. Wisan hatiye fêmkirin ku ev têr dike û zêde ye jî. Raya giştî ya Tirkiyeyê ji bûyerên bi vî awayî re ne xerîbe. Ji xwe xwendekarê binavê Cîhan Kirmizigul pûşiya di stûyê wî de delîl hesibandine û 11 sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Min hêjan ji vî dozgerê ku ev bûyer hemû zivirandin vegerandin û xistin stûyê min fêm nekiriye. Parêzerê min ji ber sedema pirsgirêkên tenduristiyê tevlî rûniştinê nebû, her wiha me parastin jî nekir. Dema gotin ew dê ceza bidin, min îtîraz kir. Ji ber ku parêzerê min tune bû, Serokê 7’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê got, “Ew ne pirsgirêka me ye, tu parastinê bikî nekî ne dixema me de ye, ji xwe me biryara xwe daye.” Yanî tişta ku tê fêmkirin Dadgehên Rayeya Taybet qasî misqalekê jî parastinan cidî nagire. Bêy parêzer, bê parastin 31 sal û 10 meh cezayê girtîgehê û 16 hezar TL jî cezayê pere dane min.”

Erhan TÛGAN/ Girtîgeha Tîpa D ya Amedê