Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Panela Onlîne: Tirkiye terorê dişîne Ewropayê, YE bêdeng e!

Têkildarî karên îstîxbaratî, kuştin û gefên ku dewleta Tirk li derveyî welat dike, bi rêya onlîne panelek hate lidarxistin.

Enstîtuya Kurd a Brukselê, têkildarî gefên sûîqestê yê dewleta Tirk û doza kuştina 3 jinên Kurd ên şoreşger, panelek lidar xist.

Parêzerê malbata sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, Antoîne Comte, parêzerê doza PKK'ê ya li Belçîkayê Jan Fermon, parêzerê siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê Frank Jasenskî û siyasetmedarê Kurd Ferda Çetîn bûn qisekerên panelê.

'DAÎREYA KUŞTINÊ YA DERVEYÎ WELAT A DEWLETA TIRK'

Di destpêka panelê de siyasetmedar Ferda Çetîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo karibe li derveyî welat mirovan bikuje daîreyek û rêvebernameyek amade kiriye.

Ferda Çetîn anî ziman ku ev daîreya taybet hîn jî dixebite û got, "Daîreya Operasyonên Derveyî Welat a MÎT'ê ye. Dema ku operasyona derveyî welat tê gotin, divê karekî qanûnî, hiquqî neyê bîra mirovan. Tevî vê yekê rêvebernameyek heye ku rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk wezîfedar kiriye û ji bo parastina wan e. Navê vê rêvebernameyê ku sdala 2012'an di çapemeniyê de hate weşandin Rêvebernameya Xelatê ya Têkoşîna dijî Terorê ye. Wiha tê gotin: Ji bo girtina rêveberên rêxistina terorê xelatek ji 4 milyon lîreyî tê dayin... Di vir de gotina diyarker, 'girtine'. Ji ber ku têkildarî rêveberan darizandinek bi rêya hiqûqê yan jî dadgehan nafikirin, hingî ev rêvebername li ser kuştinê hatiye amadekirin (...) Ev ne rewşeke nû ye. Polîtîkaya tunekirinê ya li derveyî welat ji dema destpêkirina Tirkiyeyê ve ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin."

Çetîn anî ziman ku di serî de Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî toleransê nîşanî Tirkiyeyê dide, bi vî rengî jî Tirkiye hêzê ji wan digire û got, "Pirsgirêk bedengiya Yekîtiya Ewropa û dewletên wê ye."

COMTE: EŞKERE YE KU KUŞTINA LI PARÎSÊ JI ALIYÊ MÎT'Ê VE HATIYE KIRIN

Antoîne Comte jî kuştna sê jin ên şoreşger ên li Parîsê bi bîr xist û got, "Eşkere ye ku kuştina li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin."

Comte ragihand ku piştî mirina Omer Guney wan xwestine lêpirsîneke nû dest pê bike û anî ziman ku wan nîşan dane ku servîsên îstîxbarata Tirk li gelek welatan çalak e û hewl dane êriş bikin. Comte hewldanên sûîqestê yên li Belçîka û Elmanyayê li dijî Kurdan tên kirin, weke mînak nîşan da.

FERMON: TIRKIYE TERORÊ DIŞÎNE

Parêzerê Belçîkî Jan Fermon bal kişand ser mikurhatinên serokê berê yê îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn û anî ziman ku Hakki Pekîn ji bo kuştinên nû bang kiriye. Hakki Pekîn got, "Ev yek skandaleke navneteweyî ye."

Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke CNN Turk de 16'ê Sibatê gotibû ku divê êriş li dijî rêveberên KCK'ê yên li Qendîlê bê kirin, her wiha Kurdên li Ewropayê jî kiribû hedef.

Fermon diyar kir ku ev yek bi rengekî eşkere banga ji bo kuştinê ye û qala hewldanên sûîqestê yên salên dawî yên li Elmanya û Belçîkayê kir.

Fermon diyar kir ku Tirkiye dewleteke ku terorê dişîne û got, "Divê welatên Ewropayê tavilê bersiva dîplomatîk bidin Tirkiyeyê."

JANSENKÎ: HIKUMETA ELMAN ZANE, LÊ BÊDENG E

Frank Jansenkî jî got, "Hikumeta Elman bi karên dewleta Tirk ên li Elmanyayê zane, lê belê ji bo rawestandina vê yekê tiştekî nake, ji ber ku piştgiriyê dide dewleta Tirk."

Jasenskî diyar kir ku divê hikumetên Ewropayê ji bo rawestandina van karên Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan û dawî li zextên li ser Kurdan bînin.