Pakêta teşwîqa dayiktiyê amadeye

Pakêta teşwîqa dayiktiyê amadeye

Hikûmeta AKP’ê piştî destura welidînê, pakêta xwe ya ku xebata nerm ferz dike temam kir.

AKP’ê bi îdiaya ku îstîhdama jinan a qada jiyanê zêde bike, pakêta ku dayikbûnê teşwîq dike û xebata nermez a navendî ferz dike temam kir.

 Pakêt ji aliyê serokwezîr ve bi navê ‘Ji bo Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên malbatî û nifûsê de xebatên mewzuatê’  ji rayagiştî re hate nîşandan.

DESTURA WELÎDINÊ 3 MEHAN ZÊDE DIBE

Ji projeya ku dihat gotin ku dê desturên welidinê derkevin 24 hefteyan ya der barê em jinê îstîhdam nakin û îtîrazên karsazan de,  dest berdan. Lê hêj beriya welidînê 8 hefte û piştî welidînê jî 8 hefte dema destura welidînê heye û ev dê bi giştî derkeve 18 an jî 19 mehan. Ji bo vê demê jî dê serokewezî biryarê bide.

 XEBATA NERM DÊ BÊ FERZKIRIN

Piştî destura welidînê dê xebata nerm li jinan bê ferzkirin. Xebata nerm dê mafê ‘xebata nîv demî’ bide. Ji bo mafê xebata nerm dema ji bo jinan hatiye nasîn, ji dayika ku zarokê xwe yê yekemîn tîne dinê 6 meh bê sînorkirin. Dayikê zaroka duyemîn sêyemîn çêdikin jî dê demek dirêj ji xebata nerm fêdeyê bigire. Jin li aliyekê dê rola xwe ya dayiktiyê bînin cih û li aliyê din jî  bi xebata nerm dê wek hêza duyemîn a kar îstîhdamê bike.