PAJK: Divê em azadiyê bi hev re ava bikin
PAJK: Divê em azadiyê bi hev re ava bikin
PAJK: Divê em azadiyê bi hev re ava bikin
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê daxuyaniyek da û got, "Çawa ku bêyî cudahiya ol, netewe û nîjadê şîdet, komkujî û koledarî li hemberî tevahiya jinan tê ferzkirin, divê bersiva jinan a li vê yekê jî, hevgirtin û li ser bingeha yekîtî û têgihiştina zayendî, avakirina azadiyê bi hev re be."
Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, hemû jinên li hemberî zîhniyeta mêtîngerî û mêr a komkujiyê li hemberî hemû jinan ferz dike, li ber xwe didin û têdikoş in, silav kir.
Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku jin, di civakîbûyîn û afirandina hemû daneheviyên çandî yên li ser navê mirovahiyê derketin holê de roleke diyarker lîstiye û ev xal destnîşan kir: "Pêşketina zîhniyeta serdest, beriya her tiştî li ser ked û hilberîna jinê pêk hatiye. Mejiyê fênek û ezez ê bîra kedxwarina mirovahiyê bir, ev yek beriya her tiştî li ser keda jinê da destpêkirin û li nava civakê belav kir, bi vî rengî sîstema serdest ava kir. Ji ber ku her kesî û her tiştî keda jinê hat talankirin, jin tundî û zexta mêtîngeriyê ji kûrahiyê ve dijî. Lewma heta zordariya desthilatdariyê ya li hemberî jinê neyê şikandin, mejiyê mêtîngeriyê ji holê ranabe, heta jin azad nebe, di derdorên rastî mêtîngeriyê hatine azad nabin. Ji ber vê yekê nuqteya ku têkoşîna azadiyê jê destpê bike, divê şikandina mêtîngeriya li hemberî jinê û li ser bingeha azadiya jinê afirandina azadiya civakî be. Di çarçoveya rastiya dîrokî ya jinê de em dikarin 25'ê Mijdarê bi vî rengî fêm bikin, watedar bikin."
Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser berxwedana xwişkên Mîrabel a li dijî komkujî û pêkanînên faşîst ên dîktatoriy Trujillo ya Komara Domînîk li ser civakê ferz dikir û komkujiya herî hov a li hemberî her du xwişkan bibîr xist. PJAK'ê da xuyakirin ku ev komkujiya hovane yek ji mînakên şênber ên dijminatiya jinê ya sîstema kapîtalîst e û ev xal destnîşan kir:
"Dîroka kapîtalîzmê bi bûyerên dişibin vê re hatiye nivîsandin. Heman mejî, bi komkujiya Parîsê ya qetilkirina rêhevala me ya pêşeng Sara, rehevalên me Rojbîn û Rohanî re xwestiye, berxwedanê bi komkujiyê re bifetisîne" û destnîşan kir ku kapîtalîzm herî zêde ji jinên berxwedêr ditirse.
Koordînasyona PAJK'ê da zanîn ku kaos û krîza îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn tê ferzkirin berhemeke sîstema kapîtalîst e û ragihand, ku di vê pêvajoya krîzê de berdêla herî giran jin didin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li Şengalê li hemberî jinan kiriye û hat gotin, "DAIŞ, tevî ku herî zêde êrîşî jinan dikin, herî zêde ji berxwedana jinê ditirse. Rola jinê ya di berxwedana Rojava û bi taybetî jî di berxwedana Kobanê de ev rastî bi awayekî zelal nîşan daye. DAIŞ lîstekek sîstema kapîtalîst e ku kincê Rojhilata Navîn li xwe kiriye. Ji ber vê yekê herî zêde êrîşî nirxên ku Rojhilata Navîn bigihêjîne pêşeroja azad, êrîşî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike."
Koordînasyona PAJK'ê got, "Jina rêxistinbûyî dikare xwe, zayenda xwe û civaka xwe biparêze" û ragihand ku îsal li ser navê jinê xezîneya berxwedan û azadiyê hatiye nivîsandin.
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Tiştên ku weke jin me ji sala 2014'an fêm kirin, divê bibe soza me ya bilindkirina ala berxwedanê û xurtkirina rêxistinbûyîna jinê. Çawa ku bêyî cudahiya ol, netewe û nîjadê şîdet, komkujî û koledarî li hemberî tevahiya jinan tê ferzkirin, divê bersiva jinan a li vê yekê jî, hevgirtin û li ser bingeha yekîtî û têgihiştina zayendî, avakirina azadiyê bi hev re be. Li ser vê bingehê em hemû jinên dildarên azadiyê û berxwedanê, silav dikin û ji wan re serketinê dixwazin."