PÎK’ê serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê şermezar kir

Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind bertek nîşanî serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê da û got: “Serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê derhiqûqî ye û nayê qebûlkirin.”

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bertek nîşanî serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê da û got: “Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê derhiqûqî ye û li dijî dengê gelê Kurd e. Em vê serdegirtinê weke piştevaniya bi dewleta Tirk a dagirker re dinirxînin.”

Serokê PÎK’ê Serbilind anî ziman ku çapemeniya azad deng û rengê gelê Kurd e û got: “Dewleta Tirk a dagirker timî dijminatiya zimanê gelê Kurd kiriye û bi tu awayî naxwaze zimanê Kurdî pêş bikeve. Em weke PÎK’ê serdegirtina bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi tundî şermezar dikin. Em bi ruhê neteweyî li gel deng û rengê gelê Kurd in.”