Ozturk: Abdullah Ocalan hêviya gelan e

Hevseroka KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê nikariye Kurdan tesfiye bike, çareserî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Ozturk got: “Birêz Ocalan, hêviya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelan e.”

Hevdîtinên şandeya ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir pêk tê yên bi şîara “Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin” ên li Hatayê dewam dikin. Şandeya li Îskenderûnê bi gel civiya, dûre li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Dortyolê bi gel re hatin gelhev. Endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) û Meclîsa Partiya HDP’ê, parlamentere HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên bajêr û naveçyên Hatayê yên HDP’ê bi şandeyê re tevgeriyan.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna li avahiya navçeyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Desthilatdarî her tim dibêje, bi Kurdan re pirsgirêk tineye. Lê her tim êrişî têkoşîna gel dike. Xwestin gelê Kurd tesfiyet bikin, lê ew bi xwe tesfiye dibin. Ev jî di saya vîna gel û xwedî derketin gel de çêbû.”

Ozturk, diyar kir ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, her tim bi kîn û nefretê behsa Kurdan dike û wiha domand: “Di axaftinên xwe de dibêjin; ‘Esîl Kurd.’ Ev jî dijminantiya wan nîşan dide. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Tiştek nema li Kurdan nekirin. Xwestin Kurdan tune bikin, lê Kurd tine nebûn. Gelo çima Kurd tine nabin? Ji ber ku hemû daxwazên gelê Kurd mafdarin. Kurdan ti carî zilm li gelên din ne kiriye. Kurd dixwazin mîna hemû gelên din bijîn. Çawan ku Kurd rêzê didin gelên din, divê gelên din jî wisan rêzê bidin gelê Kurd. Gelê Kurd jiyanek bi rûmet tercîh kiriye. Kurd jiyanek bêrûmet naxwazin bijîn. Ew çiqasî polîtîkayên xwe yên qirêj dewam bikin jî, wê ti carî bi ser nekevin.”

Ozturk, destnîşn kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de, Abdullah Ocalan xwedî rolek mezine û ji bo aştiyê têdikoşe. Ozturk bal kişand ser rol û rista Ocalan û ev nirxandin kir: “Pêwîst nake ku hûn biçin DYA’yê û Rûsyayê. Vaye Gireva Îmraliyê hîn nêztire. Birêz Ocalan dibêje; ‘Ger dewlet cidî be, ez ê vê pirsgirêkê di heftiyekê de çareser bikim.’ Birêz Ocalan ji bo aştiyek birûmet amade ye. Yê ku ne amade dewlet bixwe ye. Ji Putîn û Obama lave dikin. Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî vîn, pêşeroja Tirkiyê firotin. Birêz Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê bi salane têdikoşe. Gelek fikir û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine. Birêz Ocalan hêviya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîne.” 

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe û wiha axivî: “AKP û MHP, li Tirkiyeyê tekparêziyê dike. Ji bo ku gelê Kurd tune bike, plana tekparêziyê kiriye dewrê. Bi sed salane em polîtîkayên wan ên qirêj vale derdixin. Hewldana xwe ya teşhîrkirina vê desthilatdariyê her tim dewam bikin.”

Şande wê, sibe li Edeneyê hevdînên xwe dewam bike.