Ozgur: Bi propagandaya şerê taybet nexapin

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir, ku dewleta Tirk bi şerekî taybet ê giran temenek ji bo PKK'ê destnîşan kiriye û got, divê kes bi vê yekê nexape.

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir, haya dewleta Tirk ji têkiliya navbera PKK û gel heye, lewma ji bo baweriya gel a bi PKK'ê û gerîla bişikîne, ji bo gel bêhêvî bike bi gelek aliyan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne û destnîşan kir, ku ev yek heta niha bi ser neketiye, ji niha û pê ve jî wê bi ser nekeve.

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur ji ANF'ê re axivî.

Di şerê taybet ê dewleta Tirk de rola çapemeniyê çi ye?

Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe çapemeniyê weke sektorekê bi kar tîne. Dewleta Tirk çiqasî têk biçe jî bi rêya çapemeniyê xwe serketî nîşan dide. Çapemeniyê bi kar tîne û gel dixapîne. Bi rêya çapemeniyê rojeva civakê diguherîne. Ji bo civakê bixe bin bandora dewletê ji aboriyê heta çandê li her qadê atmosferekê li gorî xwe diafirîne. Bi vî rengî civakê bêtesîr dihêle. Kesên ji nava civakê yên dikarin li ber rabin jî bi terora dewletê hewl dide bitepisîne.

Xisara ku li ciwanan dike, ji ciwanên ku ji sîstemê reviyane û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûne, bi rengekî eşkere tê dîtin. Dewleta ku ji narkotîkê heta fûhûşê derî li her şêweyê bêexlaqiyê vedike, bi rêya medya xwe, xwe weke rizgarker nîşan dide. Bi vê efûya dawî re ji narkotîkê heta destavêtinê kiryarên van sûcan hemû berda.

Eger fikir û îradeya azad derkeve holê û xwe bi rêxistin bike, hingî hêza dewletê namîne. Lewma bi tundiyê radibe, girtiyên siyasî li derveyî efûyê dihêle.

Hûn şerê taybet ê li ser gerîla û gelê Kurd tê meşandin çawa dinirxînin?

Armanca şerê taybet beriya her tiştî asîmîlasyon e. Bi têgihiştina yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman, yek ol (mezheb) tevdigere. Demokrasiyê qebûl nake. Di vir de jî medyaya xwe bi giranî bi kar tîne. Hewl dide atmosfereke welê biafirîne ku nîşan bide, ev yek normal û rewa ye.

Gelê Kurd dixwaze êdî bi nasnameya xwe bijî. Ji ber ku bi saya PKK'ê xwe gihandiye vê astê, armanca şerê taybet ew e ku baweriya gel a bi PKK'ê bişikîne û jê dûr bixîne. Propagandaya ku dibêjin, 'Me PKK qedand, li çiyê çend kes mane' xizmetê ji vê yekê re dike. Dixwazin baweriya gelê Kurd a li PKK'ê bişikînin.

Ji ber vê yekê hinekan li ber avahiya HDP'ê dide rûniştandin. Bi wan dide gotin ku 'PKK zarokên wan revandiye' û her roj di medya xwe de vê yekê pêşkêş dike. Hin jin ên ciwan derdixînin televîzyonan û senaryoyên mîna ku hatine revandin û destavêtin li wan hatiye kirin, bi wan didin gotin. Hewl didin bi vî rengî bandorê li gel bikin.

Her wiha ji bo gel bitirsîne, bawerî û dilsoziya gel a bi gerîla têk bibin her roj propagandaya wê dikin ku çiqasî çekên bi bandor û xurt hildiberînin.

Tevî ku dîmenê çalakiyên gerîla, windahiyên leşkeran ji aliyê gerîla ve tên kişandin û parvekirin, tabloyeke welê nîşan didin, mîna ku tiştekî welê nîne.

Şerê taybet çima van salên dawî gerîla yên jin kir hedef?

Di nava PKK'ê de jin bi pêşengiya şoreşê rabûne. Tevgereke ku li ser bingeha azadiya jinê bi pêş ketiye. Dîtin ku jin di nava PKK'ê de çiqasî çalak e û pêşengiyê dike. Pê hesiyan ku ji aliyê rêxistinî û siyasî ve çiqasî civak bi pêş xistiye. Rêberê me dibêje, divê jin ne weke zayendekê lê belê weke neteweyekê bê dîtin. Jin li qadên siyasetê, civakî, leşkerî û dîplomasiyê her tim li pêş e. Ji ber vê yekê tundiyê li jinê dikin. Ji ber vê yekê dema ku qala gerîlayên jin dikin zimanê propagandayê bi kar tînin. Propagandayeke welê dikin, mîna ku jin/ciwan ên li nava PKK'ê berê ne li nava civakê bûn, wê tiştên nû bibînin, nîşan didin.

Jinê di nava PKK'ê de îrade û nasnameya xwe nas kir; fikrê xwe azad kir, girîngiya hebûna xwe dît û azadiya xwe ya axaftinê bi pêş xist. Li Tirkiyeyê şert û merc nîne ku jin an jî civak karibe xwe bi rengekî azad îfade bikin.

Êrişî jinê dikin, ji ber ku jin lawaz bibe wê PKK'ê jî lawaz bibe. Mejiyê xwe ji xwe ew mejî ye ku azadî ti carî weke mafê jinê nedîtiye.

Dema dawî leşker, polîs û cerdevanên jin didin pêş. Halbûkî PKK tevgereke azadiyê ye, li dijî her şêwe neheqiyê û ji bo jinan hemûyan têdikoşe. Em zanin ku em ji bo çi şer dikin. Em ji bo mafên xwe yên desteserkirî; ji bo azadî, nasname, ziman û çanda xwe şer dikin. Gelo ew cerdevanên jin ji bo çi û kê şer dikin?

Polîtîkayên şerê taybet divê çawa bên têkbirin?

Divê em polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk baş nas bikin. Di asta neteweyî de êrişeke mezin li gelê Kurd tê kirin. Naxwazin ku gelê Kurd weke neteweyekê bê naskirin. Jin, mêr, ciwan yanî civak; eger em karibin xwe ji aliyê neteweyî ve têgihiştî bikin, hingî em ê karibin lîstikên dewleta Tirk hemûyan têk bibin. Çalakiyên me hemû li dijî vê neheqiyê ne. Eger wijdan hin kesan ne kor û kerr be wê van bibîne.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî polîtîkayên derewîn ên dewleta Tirk hişyar bin. Bila ciwanên me berê xwe bidin çiyê. Bila xwe ji bin bandora zîhniyeta dewleta Tirk rizgar bikin. Kî li azadiyê digere warê xwe çiya ye.

Li ku dibe bila bibe, her Kurdek divê li dijî rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk xwe biparêze û helwestê nîşan bide.