Ozguneş: Tifaqa Kurdistanî firsend e

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir, tifaqa partiyên Kurdan a bi pêşengiya HDP'ê ji bo paşerojê firsendeke gelekî girîng e.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê da xuyakirin, yek ji pirsgirêkên herî mezin û bingehîn ê gelê Kurd nebûna yekîtiya neteweyî ye û bal kişand ser girîngiya tifaqa partiyên Kurdistanî yên bi wesîleya hilbijartinên xwecihî hate kirin.

Ozguneş anî ziman, hilbijartinên xwecihî ji bo vê tifaqê bû bingehek, lê belê divê bi hilbijartinê re bi sînor bi sînor nemîne. Ozguneş diyar kir, ew dixwaze vê yekê di çarçoveyeke stratejîk a demdirêj de bidomînin û got, "Hêvîdar in ev tecrûbeya tifaqê wê bibe çandeke cidî û bibe zemînek ku kom û partiyên siyasî yên li parçeyên din jî tevlî bibin. Ji bo parçeyên din jî dikare bibe mînak û moralek."

Ozguneş bal kişand ser Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn diqewime û anî ziman, jinûve dîzaynkirina herêmê firsendên girîng dide Kurdan.

Ozguneş got, "Kurd xwedî wê firsendê ne ku bi îrade û nasnameya xwe bi gelên din re di nava aştî, wekhevî, azadî û edaletê de bi hev re bijîn. Ji bo vê jî pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Em hêvîdar in, ev firsenda dîrokî ya ku di sedsala 21'ê de ketiye destê Kurdan ji dest neyê berdan. Tevgerên Kurdistanî hemû û tevgerên dostên wan, girîng e vê firsenda dîrokî bibînin."

Parlamenter Ozguneş destnîşan kir, wezîfeya dikeve ser milê partiyên siyasî ew e ku xwe ji berjewendiyên biçûk û şexsî vegirin û ji bo yekîtiya neteweyî gavê biavêje. Ozguneş got, "Bingeh û îradeya serketina vê yekê heye."