Çalakiyên “otobusa ji Ocalan re Azadî” ku 8’ê Îlonê li bajarê Manheim yê Almanyayê bi slogana ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû, berdewam dikin. “Otobusa ji Ocalan re Azadî” li bajarên Sigen, Weztlar, Marburg û Giessen yên Almanyayê bû.
Du di demjimêr 11.30’an “otobusa ji Ocalan re Azadî” li bajarê Sigenê bi karwanekê hate pêşwazî kirin. Piştî li navenda bajar tûrek avêtin di demjimêr 12.30’an de mitîngek pêkhat. Li ser navê çalakvanên otobusê siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş axaftine kir. Piştî axaftinan li bajarên Weztlar û Marburgê jî çalakî pêk hatin. Di demjimêr 16.00’an de jî giha Giessenê.
Li Giessenê komek ya 500 kesî çalakvanên otobusê bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” pêşwazî kirin. Piştî rêzgirtinê belavoka bi zimanê Almanî hate xwendin. Hozan Şemdîn axaftinek kir û di axaftina xwe de balkişande ser kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan. Hozan Şemdîn got, pêwîste her Kurdekê li cihekê bi awayek bihêz tevlî kampanya îmzeyan bibe.
Piştî Hozan Şemdîn Serokê Meclîsa Gel ya Giessenê Emîn Denîz jî axaftinek kir. Denîz got, otobusa ji Ocalan re azadî 3 mehe li gelek navendên Ewropayê çalakiyên qadê li dardixe. Ji înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Dayîka Eyşê û Hozan Comert jî axaftinek kirin. Piştî axaftinan mitîng bistranên Koma Hezex û Hozan Şemdîn bidawî bû. Di çarçoveya kampanya îmzeya ya ji Ocalan re azadî bi sedan îmze hatin komkirin.