Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ku ji du mehan zêdetire li bajarên Ewropayê digere, roja Pêncşemê giha bajarê Hagen yê Almanyayê. Otobusa çav lê ye îro bigehije Bonnê, sibe tûra Ewropayê li Dusseldorfê bidawî dike.
Otobusa ji Ocalan re Azadî ku 8’ê Îlonê li bajarê Mannheimê yê Almanyayê birê ket û gerana 80 bajaran xiste programa xwe, piştî pêşwazî kirina li bajarê Kolnê roja Pêncşemê di demjimêrên nîvro de ber bi bajarê Hagenê ket rê.
Otobusa ku li otobanê ji aliyê dehan karwanê wesayîtan ve hate pêşwazî kirin, piştî li bajar tûrek avêtin derbazî qada mitîngê bûn. Li vir bi tevlîbûnekî girseyî çalakvanên otobusê hatin pêşwazî kirin.
Mitîngê bi sonda Çerxa Şoreşê û rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftina ji rêveberên Enstutuya Kurdî Fevzî Ozman, bistranên Hozan Şemdîn, Koma Hezex, Koma Dîcle û Hozan Ekrem bi sedan kesî dîlan girêdan. Her wiha di mitîngê de bi daxwaza ji Ocalan re Azadî îmze hatin komkirin.
Piştî mitîngê girseyê jî hevalbendî li gel otobusê kir û heya Navenda Çanda Kurdî meşiyan. Di meşê de bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin qêrin.
Di civîna gel ya li navenda Çandê hate kirin de li ser navê çalakvanên otobusê Hevserokê Kon-Kurd’ê Îsmet Kem axaftinek kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, çalakiya birçîbûnê ya di roja 68’an de bidawî bû û pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Kem got: “Berxwedana zîndanan careke din da nîşankirin ku gelê Kurd û rêberên wî vê pêvajoyê ber bi azadiyê ve dibin û ji bo azadkirina rêberê xwe bibiryarin. Bi berxwedana xwe ya birûmet dane diyarkirin ku ew dê ji bo vê tişta pêwîst bikin.”
Kem di derbarê pêşveçûnên li Sûriyeyê jî wiha axivî: “Rejima Bees demê xwe dagirtiye û di vê pêkhateya nû de Kurd dê bibin xwedî statu. Tirkiyeya ku vê yekê dibîne û bi komên din re hevpeyaman dike û dixwaze destkeftiyan têk jî bibe, dê nekare biser bikeve. Di vê pêvajoya şoreşê de pêwîste em li her derê rolê xwe bileyîzin.” Civîn bislogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Otobus îro ji Hagenê derket ber bi bajarê Bonn yê Almanyayê ket rê. Otobus dê di demjimêr 13.00’an li ber gara trenê ya Bonnê bi awayek girseyî bê pêşwazî kirin. Otobusa ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan û bi daxwaza azadiya Ocalan derketî rê roja Şemiyê li Dusseldorfê tûra Ewropayê bidawî dike.