Osman: Li Iraqê rejîm ta niha demokratîk nebû ye
Osman: Li Iraqê rejîm ta niha demokratîk nebû ye
Osman: Li Iraqê rejîm ta niha demokratîk nebû ye
Parlementerê Iraqê Dr. Mehmûd Osman di derberê hilbijartinên meclisên bajarên ên deverên herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û destnişan kir ku, rêjeya dengdanê lewaze û sedema wê ji nerazîbûnên xelkê herêmê li himber kêmbûna kar û xebata li wan deverane hatine kirine.
Parlementerê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmud Osman, di derbarê hilbijardinên meclisên bajaran ku beriya çend rojan li deverên berê girêdayî herêma Kurdisatnê bûn û niha pirsgirêkin hatî bûn kirin de, li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û da diyar kirin ku, ji ber kêmbûna kar û xebata ji bo deverê rêjeya deng danê lewaz bû û wiha got: “Ji ber ku gel ji xizmeta tê kirin ne raziye, bi vê boneyê wek nerazîbûn neçûne ser sindoqan û nerazîbûna xwe anîne ziman.”
Her wiha Osman di dewama daxuyaniya xwe de destnişan dike ku, ta niha li Iraqê rejim demokratîk nebû ye. Divê hikûmet xizmetê pêşkêşî gel bike û got: “Ev hikumet bi piraniya dengan, pêkhatina çend aliyan û dûrxistina çend aliyên din pêk hatiye. Ev li gel destpêka demokrasiyê guncawe; lê ji ber ku li Iraqê ta niha rejim demokratîk nebûye wek pêwistî karê hikûmetê pêşkêşkirina xizmeta ne. Pêwîste hikumet li ser bingehekî hevbeş hatiba avakirin û xwe ji nakokiyên partiyên siyasî dûr xistiba. Da ku karîba xizmetek baş daba gel. Ji ber ku ev daxwaza her kesê ye û herkes li benda vê ye.”