Orhan Yilmazkaya hat bîranîn

Ji şervanên Biryargeha Şoreşgerî Orhan Yilmazkaya di salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Ji şervanên Biryargeha Şoreşgerî Orhan Yilmazkaya di salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Orhan Yilmazkaya yê li Bostanci ya Stenbolê beriya 6 salan jiyana xwe ji dest da, ji aliyê şervanên Biryargeha Şoreşgerî ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Di merasîma bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de hat destnîşankirin, ku Orhan Yilmazaya yê li Bostanci ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da, berxwedaneke destanî nîşan daye.

Di axaftina li merasîmê de hat gotin, "Em îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo bîranîna fermandarê xwe rêheval Orhan Yilmazkaya civiyan e. Beriya 6 salan rêhevalê me li Bostanci şehîd ket. Rêhevalê me Orhan bi şiyara 'Ya em ê rêyekê bibînin an jî em ê rêyekê vekin' li xaka Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê cih girt. Piştî perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk a li vir temam kir, ji bo têkoşîna şoreşgerî li metropolên Tirkiyeyê bi pêş bixîne, mezin bike û rizgariya kedkar û karkeran pêk bîne, cihê xwe di qada têkoşînê de girt. Ala fermandarên me Denîz, Mahîr, Îbo û Mazlûman teslîm nekir û hewl da hêjayî nifşê feda be. Bi berxwedana li Bostanci re ev yek nîşanî dost û dijminan her kesî da. Bi saya berxwedana destanî ya sala 2006'an a li Bostanciyê re, ciwanên şoreşger qada 1'ê Gulanê qada Taksîmê bi dest xistin û tirs berdan nava dilê dijmin. 1'ê Gulanê nêz dibe û îro jî dijmin hewl dide Taksîmê qedexe bike. Em dizainin ku şoreşgerên Tirkiyeyî, karker û kedkar wê di xeta Yilmazkaya de Taksîmê kontrol bikin. Û hemû qadan azad bikin. Ji vê derê ji her kesî re serketinê dixwazin."