‘Opozîsyona Sûriyê ji derve, siyaseteke serbixwe nade meşandin’
‘Opozîsyona Sûriyê ji derve, siyaseteke serbixwe nade meşandin’
‘Opozîsyona Sûriyê ji derve, siyaseteke serbixwe nade meşandin’
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê S. Lavrov agihand ku, Moskowa hêvîdare, ku Koalîsyona Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê şert û mercên pêşwext pêşkêş neke û nebe egera têk ve birina konferansa Cenevre 2”
Di wê navbirê de sekretêrê giştî yê Koalîsyona Niştimanî ya Sûryê Bedir Camûs jî ragihand, ku heger desthilat bombebaran kirina navçeyên derdora Helebê berdewam bike, opozîsyon naçe ``Cenevre 2``.
Ji hêla din ve çavdêrvan dibêjin, rêjîma Sûriyê ji destpêka qeyranê ve, balafirên cengê bikartîne, lê gelo ji bo çi bi taybetî nuha opozîsyon balê dikşîne ser vê prosêsê. Lewma dibe ku, bazarê nû li deveyî riya ``Cenevre -2`` werne kirin.
Ji xwe Xalid Hecî nûnerê Koalîsyona Niştimanî ya Sûryê li Stanbolê ev yek bêtir tekez kir, dema got, wê kolaîsyon di destpêka meha kanûna duyem de biryara xwe sebaret bi ``Cenevre-2`` bistîne. Lê ji hêla din ve û bi tevî,ku di naverasta meha Kanûna ewil de Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê beşdarbûna xwe di ``
Cenevre-2 ``de erê kiribû, lê niha diyar dibe, ku ew pirs hîn helweste.
Pirs, gelo ji bo çi hîn Koalîsyona Niştimanî ya Sûryê, helwesta xwe zelal nekiriye? Bîr û boçûna pisporê leşkerî yê Libnanî Amîn Heteyta bi vî rengî ye:`` Hemû aliyan fêm kirine, ku opozîsyona Sûriyê ya li derve, ne siyaseteke serbixwe dimeşîne, belê li gorî siyaseta sponserên xwe yên Rojavayî û hinek dewletên erebî tevdigere. Lewma ez dibîn in,ku bûyerên aniha di nav rêzên koalîsyonê de derbas dibin, zendî bi wan bazarên siyasî yên sponserên opozîsyonê ve girêdayî ne. Û axavtinên nûnerên koalîsyonî jî, diyar dikin,ku hîn Rojava û hevalbendên xwe li cîhana erebî, helwesta xwe ya dawîn sebaret bi ``Cenevre 2`` destnîşan nekirine``.
Her wiha nêrîna cîgirê serokê Akadîmiya problêmên jeopolîtîkî Kostantîn Sîvkov jî di heman arasteyê de ye:`` Amerîka û hevalbendên wê, li Sûryê têk ve diherin. Lê naxwazin vê yekê bidine zanîn û qebûl bikin. Ji lewra kar dikin da, ku seneryoyê çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re, têk ve here. Çin kû heger opozîsyona der ke werê ``Cenevre-2`` û guftûgoyan bike, mumkine ew yek weke serkeftineke dîplomasî ya din ji Rûsyayê, û heta radeyekê ji Çînê re jî, were nerxandin. Ji lewra Emerîkî di riya koalîsyona niştimanî re, helwesteke ne zelal sebaret bi ``Cenevre-2`` ve, destnîşan dikin,da, ku derfet û behane di dest de hebin, ku diyaloga navnetewî têk bibin``.
Lê pêdivê bi majakirinê ye, ku dema artêşa desthilatê li hemû enyan pêşde dikeve, têkbirina diyalogê ne di berjewedniya opozîsyonê bi xwe de ye. Grûpên radîkal mîna `` Cebhet el-Nesre`` wê demeke dûr û dirêj şerê partîzanî bikin, û teqîn û tîraktan pêkbîn in. Lê heger ``Cenevre – 2`` were têk birin, opozîsyona dereke êdî hew ji tu akiyekî re lazim dibe. Ji lewra heger Koalîsyona Niştimanî guh bide sponserên xwe yên biyanî û ``Cenevre-2`` têk ve bibe, xwe bi destê xwe jî dikuje.