Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Di operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê de tevî rêveberên saziyên jinan û hevserokên DBP'ê gelek kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji Amedê tê birêvebirin, polîsên Tirk avêtin ser malên aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa. Serdegirtin serê sibehê saet di 04:00 de pêk hat û bi saetan li malan lêgerîn kirin.

Li navçeya Karakopru ya Rihayê di sergirtinê de endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Narîn Gezgor, li Amedê jî endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya û aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê berê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz, Hevserokên HDP'ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP'ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê Kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn hatin destgîrkirin.

Narîn Gezgor a li Rihayê hate destgîrkirin piştî kontrolên tenduristiyê wê bibin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Tê gotin ku hejmara jinên di operasyonê de tên destgîrkirin dibe ku zêde bibe.