Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 29 kes hatin girtin
Li Şirnex, Stenbol, Wan û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Li Şirnex, Stenbol, Wan û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd û dostên wan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Şirnex, Stenbol, Wan û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
ŞIRNEX
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Şirnexê Abdûrrahman Kiliç û pismamê wî Nadîr Kiliç ên pêr hatin binçavkirin, hatin girtin. Her du kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
STENBOL
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Barkin Tîmtîk û 26 kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de hatin binçavkirin, hatin girtin. 2. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" biryara girtina Tîmtîk û 26 kesên pê re da. Li Qereqola Polîsan a Esenyûrtê îşkence li Tîmtîk hatibû kirin.
WAN
Mamosteya Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Vesîle Paçal danê vê sibehê di serdegirtina mala wê de hate binçavkirin. Nayê zanîn bê Paçal ji ber çi hatiye binçavkirin û ew birine ku derê.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî xwendevanê kovara Kaldiraç Alî Fûat Eroglû duh ate girtin. Bav Cafer Eroglûl i ser vê yekê axivî û got, ew serbilind e ji ber ku kurekî şoreşger mezin kiriye.