Operasyonên beriya referandûm û Newrozê: 13 kes hatin binçavkirin

Operasyonên AKP-MHP’ê yên beriya referandûm û Newrozê didomin. Li Riha û Osmaniyeyê 13 kes hatin binçavkirin.

Li navçe û navenda Rihayê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Duh bi şev belavkara rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Gulsum Çîçek, Nûnerê Saziya Hilbijartinê yê navçeya Weranşarê yê HDP’ê Aslan Ozkan, Kemal Tunca, Selahattîn Algaç, Ahmet Hasan Oba û Rezan Emîn birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr. 

LI OSMANIYEYÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Danê sibehê, li Osmaniyeyê jî operasyonên hemwext ên binçavkirinê hatin kirin. 

Di serdagirtina malan de kesên bi navên Mustafa Eye, Şeyhmus Çar, Serhat Korkmaz, Mustafa Aktaş, Çekdar Aydin, Cengîz Udul û Ahmet Çetelerî hatin binçavkirin.