Operasyona li Enqereyê didome: 10 binçavî
Operasyona li Enqereyê didome: 10 binçavî
Operasyona li Enqereyê didome: 10 binçavî
Heta niha di encama operasyonên hemwext ên ku li Enqereyê bi îdîaya li dijî DHKP-C’yê ne, pêk hatin de heta niha tevî endamên sendîkayan 10 kes hatin binçavkirin.
Îro sere sibê saet di 05.00 de li Enqereyê li dijî gelek navendan operasyonên hemwext pêk hatin. Hate zanîn ku derdora 400 polîsan tevlî operasyonê bûne.
Hate diyarkirin ku ev operasyon ji ber êrîşên li hemberî Navenda Giştî ya AKP’ê û Wezareta Dadê ya Tirk pêk hatine, hatine destpêkirin û hedefa operasyonan jî careke din sendîkavan in.
Polîsan tevî Sendîkaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK’ê û Sendîkaya Lîman Îşê ya girêdayî Turk-Îşê bi ser 21 navendan de girtin.
Hate zanîn ku heta niha di operasyonan de nêzî 10 kesan hatine binçavkirin. Li gorî çapemeniya Tirk yek ji kesên hatine binçavkirin G.M. yê ku berpirsê DHKP-C yê Enqereyê ye.
Serokê Daîreya Rêxistinê ya Genel-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Remzî Çalişkan daxuyaniyek da û got: “Tu têkiliya kesên ku lê tê gerîn bi bi saziyan me re tune ne.”
Çalişkan serdegirtin û lêgerînên ku pêk hatin weke êrîşek li ser sendîkaya xwe bi nav kir û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû çû serdana Sendîkaya Genel Îşê ya ku lêgerîn lê tê kirin û daxuyaniyek da rojnamevanan. Tanrikûlû got: “Bi vê operasyonê dixwazin li Tirkiyeyê vê sendîkayê û têkoşîna demokrasiyê bêrêz bikin. Ez bi tundî vê operasyonê û rêbaza wê şermezar dikim."
DI SÊ MEHAN DE BI DEHAN GIRTIN
Ji serê salê ve di encama van operasyonê ku bi îdîaya li dijî DHKP-C’yê pêk tên de bi dehan sendîkavan û parêzer hatin girtin. Roja 19’ê sibatê operasyonek bi heman îdîayê pêk hat. Di encama operasyona li 28 bajaran bi hev re pêk hat de zêdetirê 160 kes hatin binçavkirin û ji vana 55 kes hatin girtin.
Di meha çileyê de jî di operasyona ku bi îdîaya li dijî DHKP-C’yê pêk hat de tevî Serokê Komeleya Huqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli 10 parêzer hatin binçavkirin û ji vana 9 hatin girtin.