Operasyona li dijî ATÎK’ê hat protestokirin

Operasyona li dijî ATÎK’ê li bajarên Zurîch, Basel û Duîsburgê hat protestokirin. Di çalakiyan de banga serbestberdana binçavkiriyan hat kirin.

Operasyona li dijî ATÎK’ê li bajarên Zurîch, Basel û Duîsburgê hat protestokirin. Di çalakiyan de banga serbestberdana binçavkiriyan hat kirin.

Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê li kolana Konîgstrasse, operasyonên ku di 15’ê Nîsanê de li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê li dijî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê (ATÎK) de pêk hatin, hat protestokirin.

Di çalakiyê ku girtina 10 endamên ATÎK hat protestokirin de, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî piştgirî danê. Hat xwestin ku divê girtî demildest bên berdan. 

BASEL-ZURÎCH

Li bajarê Basel û Zurîchê ya Swîsreyê jî penaber hatin cem hev û daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew bi ATÎK’ê re di nav piştevaniyê de ne.

ÎTÎF, ÎGÎF, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, BÎR-KAR, ÎDHF û SYKP jî beşdarî daxuyaniyê bûn û  di daxuyaniyê de li ser girîngiya têkoşîna yekbûyî hat sekinandin û hat xwestin ku xwedî li mafên demokratîk bên derxistin.

Li Swîsreyê li bajarê Bernê saet di 15.00’an de wê daxuyaniyek bê dayîn.