Operasyona dewletê ya li dijî çareseriyê
Piştperdeya hevdîtinên navbera dewleta Tirk û PKK'ê, ku sala 2005'an dest pê kir û sala 2015'an qediya, bû pirtûk.
Piştperdeya hevdîtinên navbera dewleta Tirk û PKK'ê, ku sala 2005'an dest pê kir û sala 2015'an qediya, bû pirtûk.
Rojnamevan Amed Dîcle, ku pêvajo ji nêz ve dişopand, di encama lêkolîneke berfireh a arşîvê û hevdîtina bi aliyê Kurd re bi zimanekî sade, pêvajo kir pirtûk. Bi vê yekê re siyaseta neçareseriyê ya dewleta Tirk zelal dike.
Pirtûk bi navê "Hevdîtinên Tirkiye-PKK'ê yên 2005-2015'an: operasyona li dijî pêvajoya çareseriyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd" hate çapkirin. Di pirtûkê de pêvajoya 10 salan bi hemû detayên xwe û aliyên nayên zanîn, tê nîşandan.
Pirtûka Amed Dîcle ku di wê di demeke nêz de ji Weşanên Mezopotamyayê derkeve, vê pêvajoya hevdîtinan ji nû ve dinirxîne. Hemû parçeyên pêvajoyê digihîne hev û bi vî rengî anatomiya pêvajoyekê derdixîne holê. Nivîskarê pirtûkê, di encama lêkolîna xwe de dibêje, "Eger hevdîtinên Osloyê nebûna, pêvajoya neyînî ya heyî nedibû." Ji ber vê yekê navê "Hevdîtinên Tirkiye-PKK'ê yên 2005-2015'an: operasyona li dijî pêvajoya çareseriyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd" lê hatiye kirin. Pirtûk pêvajoya 10 salan ronî dike. 3 ji van deh salan jî ji hevdîtinên Osloyê pêk tê.
Aliyê desthilatdariyê û tifaqên kûr ên li nava dewletê, ji bo pêşî li hewldanên çareseriyê yên aliyê Kurd bigirin, di serî de hevdîitnên Osloyê li hemû hevdîtinan serî li komployan, sûîqestan, êrîşan û sabotajê dan. Di pirtûkê de ev hemû bi rengekî berfireh tê dîtin. Pirtûk ji sê beşa pêk tê. Ya yekemîn; pêvajoya hevdîtinan a navbera 2004-2012'an a. Beşa duyemîn, pêvajoya Îmraliyê ye. Beşa sêyemîn jî, nêzîkatiya PKK'ê ya li vê pêvajoya hevdîtinê ye. Xal bi xal mutabaqatên Osloyê, nivîsên bi destan ên Ocalan li ser vê pêvajoyê û peyamên veşartî yên ji PKK'ê re hatin şandin, di vê pirtûkê de hene. Şopên înfaza sê jinên şoreşger li Parîsê, Osloyê nîşan didin.
Nivîskar Dîcle dinivîsîne ku pêvajoya hevdîtinê ya 10 salan çawa dest pê kiriye, pêvajoya Osloyê çawa dest pê kiriye, kî tevlî bûye, di nava kîşan şert û mercî de li ku hevdîtin hatiye kirin, kê navbeynkarî kiriye, çi hatiye nîqaşkirin û mutabaqateke çawa derketiye holê. Bi kurt û kurmancî, vê pêvajoya hevdîtinan a ku mohra xwe li dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê xist, bi agahiyên nû, vegotinên şahidan û belgeyan kişf dike. Li gorî pirtûkê, PKK ji hikumet û dewleta Tirk bawer neke jî, hevdîtinan weke qadeke têkoşînê dibîne. Bi gotineke din, kêm jî be dixwaze çareseriyê bide pêş.
Desthilatdariya ku van hevdîtinan înkar dike û hemû hewldanên alîgirê çareseriyê bi 'terorîstiyê' sûcdar dike, bi heyetên di asta bilinde tevlî hevdîtinên vekirî û veşartî yên navbera salên 2005-2015'an dibe. Di van hevdîitnan de mutabaqat derdikeve holê, nexşerê tê amadekirin û aliyê Kurd hin gavên dîrokî davêje. Pêvajoyeke ku nikare bê înkarkirin derdikeve holê.
ŞÊWIRMENDÊ MÎT'Ê: SEROKWEZÎRÊ ME TIRSONEK E
PKK'ê, di encama hevdîtinên veşartî yên sala 2006'an de agirbest îlan kiribû. Piştî vê biryarê, heyeta Kurd bi Şêwirmendê MÎT'ê yê wê demê Emre Taner re careke din rûnişt. Di hevdîtinê de Ahmet Turk nerazîbûnê nîşan dide ku ji aliyê dewletê ve bersiveke erênî ji bo agirbestê nayê dayin. Turk diyar dike ku ew kefîlê agirbestê ye û vê hişyariyê dide, "Gunehê vê yekê wê giran be." Li ser van gotinan, Emre Taner jî der barê Erdogan de vê dibêje: "Em çi bikin, Serokwezîrekî me (Erdogan) ê ewqasî tirsonek heye, ku dema balafir bi 10 hezar metreyî di ser Enqereyê re difire, ji tirsa xwe datîne."
Di wê demê de ku aliyê Kurd hewldanên ji bo aştiyê bi biryardarî didomîne, Kanûna 2006'an agahî digihêje Qendîlê ku jehr ji Ocalan re tê dayin. Çavkanî cihê baweriyê bû. Vê yekê di bihara 2007'an de rê li ber pêngaveke nû vekir. Şer ji nû ve dest pê kiribû. Di heman salê de li ser navê DYA, Yekîtiya Ewropa, Hikumeta Iraqê û rêveberiya Federe ya Kurdistanê mesajeke din ji Qendîlê re tê şandin. Di mesajê de hem daxwaza agirbestê tê kirin, hem jî gef tê xwarin. Bersiva PKK'ê zella e. Temînat tine be, agirbest jî tine ye. Destnîşan dikir, ku PKK wê li dijî her şêwe êrîşan li ber xwe bide. Piştre çalakiyên mezin ên gerîla dest pê kirin.
8 LEŞKERÊN DÎLGIRTÎ NE XEMA WAN E
Di dawiya salê de, di encama hewldanên hatin kirin de bi navbeynkariya Norwêcê Mijdara 2007'an li Brukselê hevdîtineke din tê kirin. Emre Taner dixwaze gerîal 8 leşkerên li Oremarê dî lgirtiye bikujin. Taner diyar dike ku DYA piştgiriyê dide wan û bi tinekirinê gefê li PKK'ê dixwe. Di pirtûkê de li ser vê hevdîtinê detayên balkêş tên dayin.
HEVDÎTINÊN OSLOYÊ DEST PÊ DIKIN
Hevdîtinên ku dem bi dem tên birîn, piştre ji nû ve dest pê dike. Sala 2008'an hevdîtina destpêkê ku jê re 'Hevdîtinên Oslo' tê gotin, dest pê dike. Dem 3'ê Tîrmeha 2008, cih: Cenevre. Li navenda saziyeke navbeynkar ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Îngilîstan, Swîsre û Norwêc piştgiriyê didin, tê kirin. Hevdîtin ku wê sê salan dewam bikin li vir dest pê dikin.
Di heyeta aliyê Kurd de Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar hebûn. Di heyeta dewletê de jî Emre Taner, "Ayla Xanim" ku weke "alîkara xwe" dida naskirin û du kesên din hebûn. Navê yek ji her du kesên din Salih bû. Xwe weke tercûman dida naskirin. Navê yê din jî "Ozan" bû. Ev her du şexs di pirtûkê de, bi taybetî di hin nuqteyên krîtîk de derdikevin pêşiya mirovan.
NAMEYÊN OCALAN DI ARŞÎVÊ DE NE
Agahiyên ku di pirtûkê de derdikevin holê nîşan didin, ku dewletê di hevdîtinan de gelek caran hewl daye Ocalan li derve bihêle û yekser bi Qendîlê re hevdîtinê bike. Lê belê ev daxwaz ji aliyê PKK'ê ve nayê qebûlkirin. Li ser vê yekê Ocalan weke sermuzakerevan cihê xwe di hevdîtinan de digire. Bi giştî 11 civîn tên kirin. Li gorî pirtûkê orjînala bi qasî 15 pirtûkên Ocalan di arşîva dewletê de ye. Kopyayên wê jî di arşîva PKK'ê û saziya navbeynkar de yne.
LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ, DEWLET LI TASFIYEKIRINÊ DIGERE
Di pirtûkê de jî tê fêhmkirin, ku dewleta Tirk ji destpêka hevdîtinan ve hewl dide hevdîtina ji bo xwe û li gorî ajanda xwe ya siyasî bi kar bîne. Armanca eniya dewletê peydakirina çareseriyeke aştiyane demokratîk nîne. Li şûna vê yekê dixwaze desthilatdariya xwe mayinde bike û hêviyên ji bo çareseriyê jî ji holê rake.
PIŞTÎ HEVDÎTINÊ, BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER
Ji xwe roja 4'ê Kanûna 2008'an, dema heyeta navbeynkar li Qendîlê bi rêveberên PKKK'ê re hevdîtinê dike, demeke kin piştî hevdîtinê bi balafirên şer hewldana sûîqestê tê ikrin. Di hevdîtinê de çar welatiyên Îngilîz û tercûman hene. Balafirên şer bombeyan li cihê hevdîtinê dibarînin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê yê wê demê Mûrat Karayilan, tenê nîv saetê piştî hevdîtinê ji wî cihî çû bû. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû û parêzvanên wî hê li wî cihî bûn. Karasû dikeve hundirê şikefteke ewle. Di vê êrîşê de 6 gerîlayên ku parêzvanên Karasû û Karayilan bûn, şehîd dibin. Cenazeyê yekî ji wan ancax piştî 5 salan dikare bê derxistin.
PIŞTÎ OSLO YA DUYEMÎN QIRKIRINA SIYASÎ
Hevdîtinên Oslo yên duyemîn jî sala 2009'an dest pê dikin. Di çarçoveya mutabaqateke ji 14 xalan de, PKK agirbestê îlan dike. Hemû xalên mutabaqatê yek bi yek di pirtûkê de cih digire. Lê belê, hilbijartinên DTP'ê ku di hilbijartinên herêmî yên Adarê de serketineke mezin bi dest dixin, dibin hedefa operasyoneke ku berê qet nehatibû kirin. Qirkirina siyasî ya bi navê "Operasyonên KCK'ê" di vê pêvajoyê de dest pê dike.
BI TEVLÎBÛNA FÎDAN RE KOMPLO ZÊDE BÛN
Hevdîtinên sêyemîn ên Osloyê di Gulana heman salê de dest pê dikin. Di hevdîtinên 22-25'ê Gulanê de mutabaqatek derdikeve. Di Îlonê de ji bo Oslo-5 hevdîtin dest pê dikin. Di hevdîtinan de êdî Alîkarê Şêwirmendê MÎT'ê yê wê demê Hakan Fîdan ku sala 2010'an dibe Şêwirmendê MÎT'ê, cih digire. Di vê pêvajoyê de komplo zêde dibin.
TEVÎ FÎDAN LI ÎRANÊ YE
Sala 2011'an Îran jî tevlî pêvajoyê dibe. Di çarçoveya lihevkirinek navbera Tehran û Enqereyê de, Çileya 2011'an bang li Talabanî û Barzanî tê kirin ku biçin Îranê û pêşniyar li wan tê kirin ku li dijî PKK'ê operasyonê bikin. Di pirtûkê de agahiyên berfireh ên li ser vê pêvajoyê tê vegotin. Ji xwe heman salê, senaryoyek mîna komkujiya rejîma Srî Lankayê ya li dijî Pilingên Tamîlê tê nîqaşkirin. Hikumet planê dike ku bi rêbazeke bi heman rengî bikin ku tevgera gerîla nikaribe zivistanê bibîne.
TÊKILIYA HEYETA DEWLETÊ BI SÛÎQESTA PARÎSÊ RE
Sala 2013'an hevdîtinên heyetên sivîl ên li Îmraliyê dest pê kirin. Heyeteke ji parlamenterên BDP'ê pêk tê, 3'ê Çileyê çû Îmraliyê. Lê belê 6 roj piştî vê hevdîtinê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li paytexta Fransa Parîsê tên kuştin. Di navbera vê sûîqestê û heyeta dewletê ya cih di hevdîtinên Osloyê de digire, têkilî tê danîn.
TEMAMIYA DOLMABAHÇEYÊ DI PIRTÛKÊ DE HEYE
Ocalan ji bo pêşî li plana şer a dewletê bigire, Mijdara 2014'an pêşnûmeyeke danûstandinê pêşkêş kir. Pêşnûmeya ji 10 xalan roja 28'ê Sibatê li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Erdogan piştre ev pêvajo înkar kir, lê belê her tişt di weşana zindî de qewimî. Pêşnûme bi giştî ji 66 xalan pêk dihat. Temamiya wê di pirtûkê de cih digire. Eger mutabaqat bihata kirin wê gavên pratîkî bihatina avêtin. Pêvajoya Oslo ji ber polîtîkaya dijberiya çareseriyê ya rejîma Erdogan, bi ser neket. Di her qonaxa pêvajoyê de dewletê hewl da provokasyonê bike. Ji xwe dewletê sala 2014'an bi navê 'Plana têkbirinê' planeke nû ya ji bo eciqandina Tevgera Kurd amade kir. Hebûna vê planê sala 2016'an derkete holê.
Beşa dawî ya pirtûkê ji nêzîkatiya PKK'ê ya li hevdîtinan û pirs û bersivan pêk tê. hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, pêvajoyê dinirxînin. Karasû weke berpirsyarê PKK'ê yê hevdîtinên Osloyê, qala hevdîtinan dike. Karasyilan jî heta Tîrmeha 2013'an di navenda hevdîtinên Oslo û Îmraliyê de cih digire.