Onder: Ocalan dema Danezana Newrozê nivîsand bû sermuzakerevan!
Onder: Ocalan dema Danezana Newrozê nivîsand bû sermuzakerevan!
Onder: Ocalan dema Danezana Newrozê nivîsand bû sermuzakerevan!
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç a bi awayê “Begefendî dibêje sekreterya. Tu hedê xwe bizane birayê min. Tu li vê derê xwe di çi rolî de dibînî? Kî ye mûzakerevan? Hay ji axaftina xwe hebe. Ji bo hikûmetê bixin tengasiyan ma provokasyonên ji vê mezintir hene?” Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Danezana Newrozê bûye sermuzakerevan.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bersiv da heqaretên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ên li dijî endam û rayedarên HDP’ê.
Onder di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Birêz Arinç! Ji min re dibêje hedê xwe bizane. Dibe ku haya we ji tiştên diqewimin tine ye.
Hûn vê gotina hedê xwe bizane ji ku hîn bûn? Kê rûxsatê da we? Sînorê wê ji kû dest pê dike? Ev sînor ji aliyê kê ve tê danîn.”
Onder diyar kir ku Birêz Ocalan bi roja nivîsandina Danezana Newrozê bûye sermuzakerevan. We jî bi qanûnekê vîna hemû gelên demokratîk, aştîxwaz, azad, wekhev û mafdar erê kiriye. Belê rast e sermuzakerevanekî din jî heye. Ew jî Musteşariya Ewlekariya Gelemperiyê ye. Ger ji bo Yekîtiya Ewropayê ku hûn naxwazin bikevin û ew jî naxwazin we bigirin sermuzakerevaneke pûç hebe, çima ji bo yek ji pirsgirêkên herî dîrokî ya herêmê sermuzakerevanek tune be?”
Onder bersiv da gotina Arinç a bi awayê ‘Ev sekreterya ji ku derket û got: “Li holê tu tiştekî veşartî û nixûmandî tune ye. Karê aştiyê kareke pir cidî ye. Aştî bi dubarekirina peyva ‘aştiyê’ nayê. Ji bo aştiyê nêzîkatiyên wêrek, zelal, qanûnî û hiqûqî pêwîst in.”
Onder bersiv da û got: “Ez jî wekîlekî rewa vî gelî yê ku li gel Ocalan, li Qendîlê û li hemberî hikûmeta we ji bo vîna daxwaza aştiyê hewl dide û qîmetê can û hiqûqa hemwelatiyên xwe dizane. Wezîfe û rola min ev e. Xwedê neke, careke din pevçûn çêbibin, ez ê ji we zêdetir xemgîn bibim.”
Onder diyar kir ku ew gotina “provokator bi awayekî du qat li we vedigerînim” û destnîşan kir ku dixwazin rêkûpêkiya gelemperiyê bi polîsiyeyê pêk bîne, provokator in.
Onder herî dawî ev pêşniyar ji bo Arinç kir û got: “Dest ji vê pozbilindiya xwe ya li ser vî erdî berde! Ji ber ku tu bi kêrî vê cihî nayê. Tu nagihî van çiyayan.”