Onder: Nîşan dide ku hikûmet li ser soza xwe nasekine
Onder: Nîşan dide ku hikûmet li ser soza xwe nasekine
Onder: Nîşan dide ku hikûmet li ser soza xwe nasekine
Parlementerê BDP’ê ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bertekek hişk nîşanî bûyera Lîceyê a ku bû sedema mirina kesekê û birîndarbûna 10 kesan. Onder wiha got: “Êrîşa ku li Lîceyê rûda, nîşan dide ku niyeta dewletê nîne ku sozên dane pêkbîne.”
Li dijî gelê ku li Lîceyê çêkirina qereqolê protesto kirin êrîşa çekdarî pêkhat û di êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û ji 10’an zêdetir jî birîndar bûn.
‘KOALÎSYONA LEŞKER-HIKÛMETÊ HATE AVAKIRIN’
Parlementerê BDP’ê ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji ANF’ê re axivî û behsa pêvajoya çareseriyê kir. Onder di axaftina xwe de got, “Kurdan bi hemû saziyên xwe ve sozên ku derbarê siyaseta demokratîk de dayî pêkanîn. Bûyerên dawî ên li Lîceyê rûdan dide diyarkirin ku, niyeta dewletê tuneye ku sozên daye pêkbîne.”
Onder destnîşan kir ku, “Hikûmet heya roja îro bi nêzîkatiyên ‘Xwedê kerîme em dê vana îdare bikin’ tevger kir. Ez hêvî dikim ku ev bûyera dawî rû da dê bibe ders. Qasî milîmekê jî niyeta Kurdan nîne ji rûmet û heysiyetên xwe tawîzê bidin. Ez hêvî dikim ku, hemû saziyên dewletê hêjan nebûyî dereng dê van berçav bigirin.”
Parlamenterê BDP’ê Onder anî ziman ku, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd “ev karê niyet û taqetê ye” û wiha berdewam kir: “Hikûmetê heya niha aşkera dikir ku, niyeta wan heye lê belê taqet û hêza wan tuneye. Lê belê derket holê ku niyeta wan jî tuneye. Tê dîtin ku, koalîsyonekî hikumet û leşkeriyê hatiye avakirin. Me mînaka vê dema ku Komkujiya Roboskiyê hewaleyî Dadgeha Leşkerî ya Serfermandariyê hate kirin zanî. Îro ne wesayetek leşkerî; koalîsyonekî neokemalîst tê dîtin.”
‘GEL NE PKK’Ê; POLÎTÎKAYA EWLEKARIYÊ A DEWLETÊ RED DIKE’
Onder diyar kir ku, ew ne zelalin ku, niyeta dewletê a şer heye, ji ber ku ew vê nade berçavên xwe. Onder bilêv kir ku, “Eger dewlet şer bixwaze jî, hêza Kurdan li pêşiya vê dibe asteng. Lê belê nêzîkatiyekî qurnaztiya şerqê heye. Di asta siyasetmedarekî navçeyê de nêzîkbûnekî nîşan dide. Di rewşekî ku zêde baweriya xwe dide hêza di destê xwe de ye. lê belê quwetek mezin ji gel nagire. Ji daxwaza aştiyê bimaftir tiştek din tuneye.”
Onder ev tişt anîn ziman: “Pêwîste bûyera li Lîceyê rû da, hikumetê ber bi girtina hinek biryarên nû ve bibe. Ji ber ku bi xeletiyekî wiha birê dikevin; dibêjin gel PKK’ê naxwaze û dibêjin ‘ji xwe em vana bêçek bikin, dê gel vana tecrîd bike’. Pêşqebûlkirinekî wisan ya xelet heye. Lê belê ew jî dibînin ku tesbîta wan şaşe. Hikumetê fêm kir ku, gel xwedî li nasnameya netewî û demokratîk derdikeve. Tişta ku gel tecrîd bike jî nêzîkatiya ewlekarî a dewletê bixwe ye. gel di vê mijarê de biryarbûn û vînekî mezin nîşan da. Pêwîste hikumet vê bibîne û hesabên xwe biguhere.”
‘PÊWÎSTE KURD Û TIRK BERTEKEKÎ HEVPAR BIDIN’
Onder destnîşan kir ku, qasî Kurdan pêwîste Tirk jî bertekê nîşanî êrîşa li Lîceyê bidin û tenê gel dikare aştiyê pêkbîne bi van gotinan bilêv kir: “Hikûmet dikare vê pêvajoyê bihêz bike, hêsanî bike. Ji xwe em nikarin behsa li jor behsa avakirina aştiyekî mayînde bkin” Onder diyarkir ku, “Ez wisan difikirim ku, pratîka tekoşîna demokratîk bingehê herî girîng ê gelan bike yeke. Piştî vê rojê û pê de gelê Tirk û Kurd di aliyê erênî de hevdû binirxînin û wekheviyekê ava bikin. Ne hêsaniye; jehrî kirinekî sed salan heye. Lê belê gel dê bi pratîka têkoşîna demokratîk van têgehiştinan parçe bike. Aştî jî dê bi vê pratîka gelan bilind bibe.”