Onder: Kurd wê di sindoqan de hesab bipirsin

Sirri Sureya Onder di civîna koma partiya xwe ya heftane de diyar kir ku wê gelê Kurd, ku bajarên wan hatine hilweşandin, ji nexşeyê hatine rakirin û cenazeyên wan li erdê hatine hiştin di sindoqê de hesab bipirsin.

Di civîna koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) de vê hefteyê Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureya Onder axivî. Ji Enqere, Aydin û Marmarîsê gelek kes beşdarî civînê bûn.

Axaftina ku Onder di civînê de kir wiha ye:
“Îro roja hezkiriyan e; Ez dixwazim helbestekê diyarî hevalên me yên li girtîgehê ne bikim. Kesê ku evînê nizanibe, şer jî nizane yê ku şer nizane evînê jî nizane.

50’emîn salvegera avakirina DÎSK’ê bû. Duh gelek rêveberên me dawetî wê civînê hatin kirin. Me hemûyan bi hev re çoşa ked û têkoşînê jiya. Di van rojan de meylek mehdekirî heye. Bi giştî di HDP’ê de bi taybet li dijî gelê Kurd bi xwestek yan bê xwestek heqaret têne dubare kirin. Ya yekemîn nêrînek ku dibêje ‘Hûn zêde di nava kampanyaya na de cih negirin. Ligel kesên din ên ku dibêjin na zêde neyên dîtin’ bêyî xwestin têne dubarekirin. Ev di rastiya xwe de Kurdan wekî mirov ne hesibandin e. Ji ber ku di mejî de jî weke mirovan nabînin wekî hilbijêr jî nahesibînin. Gelê Kurd ê ku malên wan hatin hilweşandin, bajarên wan ji nexşeyê hatin jêbirin, cenazeyên wan li erdê hatin hiştin û ji can û malê xwe bûne li benda roja hesab pirsînê ne. Ew roj jî roja ku sindoq tên danîn e. Ew kesên ku mejî di serê wan de tune ne û xwe wekî demokratan dibinin, ji Kurdan re dibêjin ‘tu li derdorê nesekine em NA’yê derxînin’.

‘BILA HEMÛ CÎHAN BIBIHÎSE EM Ê NA’YÊ BIRÊXISTIN BIKIN’

Ya duyemîn jî dixwazin nêrîna di HDP’ê de nîqaşên boykotê hene ava bikin. Lê ger tu nan bavêjî ber pez wê dengê xwe bibire. Yek ji rewşa Kurdan jî ya nehesibandina ji mirovan jî ev e. Lê bila hemû cîhan bibihîse em ê NA’yê birêxistin bikin. Di vê behra şanaziyê de tu karê me bi kesên ku qolaç diavêjin re tune ye. Gel kesên ku têkoşînê dimeşînin ji çavên wan nas dikin. Ev mesele meseleya heqîqîbûnê û neheqîqîbûnê ye.’’