Onder: Gotinên Erdogan û hikûmetê nîşaneya êrîşan bû

Namzetê HDP'ê yê Enqereyê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe da û diyar kir ku bi vê êrîşê re hatiye xwestin komkujî çêbibe.

Namzetê HDP'ê yê Enqereyê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe da û diyar kir ku bi vê êrîşê re hatiye xwestin komkujî çêbibe.

Ji namzetên HDP’e yê Enqereyê û Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder li Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê yên Edene û Mêrsînê nirxand û bi awayeke tund nerazîbûn nîşan da. Onder got ku li Edeneyê 3 jê giran 6 birîndar, li Mêrsînê jî welatiyek birîndar bûne û ev tişt anî ziman: “Teqemenî li Mêrsînê ji civîna ku wê namzetên me beşdar bûbana re hatiye şandin. Hevalên me bi gumana amûrên guhdarkirinê kulîlk derxistine derve. Eger dernexistina dibe ku hemû namzetên me bihatina qetilkirin."

HEDEF KOMKUJÎ BÛ

Onder daxuyaniyên Wezîrê berê yê Edaletê Bekîr Bozdag, Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Suleyman Soylû û Serokkomar Tayyîp Erdogan bibîr xist û nirxandina "ev gotin nîşaneyên êrîşan bû” kir. Onder wiha axivî: "Bila ti kes hêvî neke ku em ji derewên 'agahiya dewletê bi vê yekê tinebe' bawer bikin.” Onder bilêv kir ku di hesabên bin êrîşê de qetilkirina namzetên HDP’ê û derketina kaosê heye. 

Onder anî ziman ku ew ê li hemberî van êrîşan bi hestiyar bin û wiha berdewam kir: "Yên ku ev êrîş pêk anîn wê li dîwarê me yê bi hestiyariyê bikevin û têk biçin. Em ê li dijî êrîşan bi coş, kêfxweşî û bi biryarike mezin bêhtir bibêjin wekhevî û azadî. Eger bi van êrîşan re dixwazin me bitirsînin, bêzar bikin û em ê ji qadan vekişin ev hesab wê pûç bibe. Me ev qad ji qeşmer û xwînmijan re, ji qesaban re nehîş em ê nehêlin.” 

Onder di berdewama axaftina xwe jî bal kişand li ser van xalan: "Ez li vir bang li hemû welatiyên me yên partiyê dikim. Bi hestiyar bin û bi coşeke mezin a demokratîk tevlî mîtînga Mêrsînê bibin û bersivê bidin provokatoran. Em ê bi hestiyariya xwe biparêzin. Em ê ti carî dev ji israra xwe ya demokratîk bernedin. Ji bo hemû hevalên me yên partiyê bila derbasbûyî be. Ji bo 7 hevalên me yên birîndar rewşa 3 kesan giran e jî dibêjim derbasbûyî be."

BANG LI YSK'Ê KIR

Onder diyar kir ku têkildarî êrîşên tên kirin hewceyî bi gilîkirinê nîne û got: "Pêwîste bi dozgeriyên dizanin êrîşên pêk tên sûc in dest bi tevgerê bikin. Li wir hewil didin mirovan qetil bikin û niha 3 bi giranî 7 birîndarên me hene. Li gorî em ji bo vêyêkê kîjan hewildana zagonî bikin." Onder wiha bang li YSK'ê jî kir: "Hûn nikarin bêjin ev karê me nîn e. Bila du gotinên ew li hemberî zimanê nefretê û kampanyaya hilbjartinê ya ji hin partiyên din re tên tengkirin hebe."

Onder anî ziman ku bajarên Edene û Mêrsînê mozaîka gelan e û wiha got: "Li van her du bajarên me kurd, tirk, elewî, çerkes û ermenî bi hev re dijîn. Êrîşên heya niha li Giyadîn, Şemrex, Qileban û naveda me ya giştî wê provokasyonên din jî bên vala derxistin."

'ZIMANÊ XWE YÊ JEHRÊ, JI BO XÊRÊ BIKAR BÎNIN'

Onder da zanîn ku piştî êrîşên Mêrsîn û Edeneyê Yalçin Akdogan li wî geriyan û derbasbûyîn kirin û wiha pê de çû: "Ev bûyerekî bi derbasbûnê re ji holê rabe nîn e. Hûnê ewqas zimanê nefretê bikar bînin û piştre bêjin derbas bibe. Em spasiyê dikin lê du roj berê we gotin, 'Ji bo demokrasiyê partiyek di bin benda hilbijartinê de bimîne wê gelek baş be' Ya hûn fêm bikin ev e. Piştî em rastî êrîşê hatin derbas bibe nîn e. Tişta hûn fêm bikin zimanê xwe ji bo xêr bidin xebitandine."

'EV QEYMEQAM YÊ KÊ YE, XWE ÇI DIHESIBÎNE'

Onder destnîşan kir ku êrîşên li hemberî partiyên bi zagonî xebatên hilbijartinê dikin çavê xwe digirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez bang li hikûmetê dikim. Qeymeqamê digot, 'Em ê tabelaya wê bînin xwarê û dê ji vir biçin' ji peywirê bigirin. Ez jî piştre wê derbasbûyîna te re spasiyê bikim. Ev qeymeqamê yê kê ye û xwe çi dihesibîne. Qeymeqam dibêje 'Hûn herin em dê wan ji vir rêbikin' Tu kê ji welatê kê diqewirînî. Birêz Davutoglu û YSK qeymeqamek dikare wisa bêje? YSK tu çi dikî tu çi karî dikîr. 3 roj berê ev bûyer li Sarayê çêbû. We çi kir?"

'DI ÇÛYÎNA GIRAVÊ DE PIRSGIRÊK HEYE'

Onder têkildarî pêvajoya çareseriyê de jî axivî û wiha pê de çû: "Hewceyî pê tineye heyeta me ji bo biçe Giravê serlêdanê bike. Bi mutebeqeta me bi hikûmetê re kir 15-20 rojan de divê em Giravê ziyaret bikin. Di heman demê de wê hevdîtinên me bi KCK'ê re jî çêbiba. Aliyê KCK'ê hevalên me pêk tînin. Lê têkildarî Giravê de pirsgirêk hene. Dema em dipirsin jî dibêjin piştî hilbijartinê û mijûl dikin."