Onder: Bawerî nedayîna gel dibe pirsgirêk

Onder: Bawerî nedayîna gel dibe pirsgirêk

Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, di "Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya ber bi Hilbijartina Herîmî a 2014'an ve" de axivî û diyar kir ku pirsgirêk ne polîtîkayên îtîfaqê ye. Onder, anî ziman ku pirsgirêka mezin û sereke nedayîna baweriyê ya gele û ji ber hikûmeta AKP'ê baweriyê nade gel pirsgirêk mezin dibe. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Salona Restorasyona Cezayirê ya Stenbolê beriya hilbijartinê 2014'an "Konferansa Rêveberiyên herêmî" pêk anî. Di "Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya ber bi Hilbijartina Herîmî a 2014'an ve" de Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Endama Lijneya Rêveberiya HDK'ê Sevtap Akdag û Dîrektora Reveberiya TESEV'ê Fikret Toksoz, rojnameger Cengiz Aktar û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik amade bun. Ewil Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder diyar kir ku her kes ew difikirin ku beriya hilbijartina rêveberiya herêmî kompanya ji bo rêveberiya herêmî lazime çi bê kirin û çawa bê kirin bidin meşandin û wiha got: "Em dê di vê kampanyayê de pêşniyarên her kesî bigirin. Piştî Geziyê êdi tu tişt nabe wekî berê. Em ji bo jiyana xwe ya nava bajar çi pêşniyar dikin. Jiyanek çawa pêşniyar dikin. Em dê ji xebatê heta çalakiyên huner, çand û sînemayê hemû nerîn u pêşniyaran bigirin. 

Onder, da zanîn ku tu polîtîkayên hikûmetê û rêveberiyên herêmî tune û wiha berdewam kir: "Divê berî her tiştî polîtîkayên hikûmetê û rêveberiyên herêmî zelal û aşkere bin. Onder, anî ziman ku pirsgirêka mezin û sereke nedayîna baweriyê ya gel e û ji ber hikûmeta AKP'ê baweriyê nade gel pirsgirêk mezin dibe.