Omer Ocalan: Muxatebê yekane Ocalan e

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got, "Muxatebê yekane Birêz Ocalan e."

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan meşa HDP'ê, tecrîda li Îmraliyê û meseleya yekîtiya Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

Omer Ocalan bi bîr xist ku HDP'ê bi taybetî piştî sala 2015'an bi hilweşandina benda hilbijartinê re mohra xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xist, lê belê desthilatdariyê ji hingî ve welat xistiye nava zordarî û tundiyê. Omer Ocalan diyar kir ku ev tundî ne tenê di warê leşkerî de ye, her wiha ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve jî welat xistiye nava tundiyê. Omer Ocalan destnîşan kir ku serkêşê vê tundiyê jî tifaqa AKP-MHP'ê de , ku Ergenekonî, Avrasyayî, rêxistinên kûr ên bi rêbaza Gladyoyê jî di nav de cih digirin.

DEWLET BI TUNEHESIBANDINA DÎROKA XWE RE XIYANETÊ LI AQLÊ XWE JÎ DIKE

Ocalan anî ziman ku bi taybetî 5 sal in ev zilm û polîtîkaya tepisandinê li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî li ser gelê Kurd tê meşandin û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wan di siyaseta demokratîk de israr kirine. Omer Ocalan anî ziman, feraseta siyasetê ya HDP'ê ew e ku zemînekê ji her kesî re biafirîne ku bi rengekî wekhev û azad karibin xwe îfade bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rebazên demokratîk, wan her tim parlament û Abdullah Ocalan weke navnîşan nîşan dane.

Omer Ocalan diyar kir ku muxatebê herî maqûl ê çareseriyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Dewletê di navbera salên 2012 û 2015'an de bi pêvajoya çareseriyê ya bi Birêz Ocalan re maseyek danî; her çend neçû serî jî Birêz Ocalan di asta herî bilind de weke muxateb hate dîtin. Dewlet, bi nedîtina vê dîrokê, bi tunehesibandina vê pêvajoyê re xiyanetê li aqlê xwe, li nêzîkatiya xwe dike û gelê xwe jî bêaqlil dibîne. Em dibêjin ku ev nêzîkatî û feraset şaş e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi Birêz Ocalan yekane muxateb e. Muxatebê herî maqûl e, muxatebê herî zêde nêzî çareseriyê ye."

TU BI KÊ RE ŞER BIKÎ TU YÊ PÊ RE JÎ LI HEV BIKE

Omer Ocalan got, mîna ku her kes zane dewlet jî zane ku zêdeyî 40 sal in di asteke navîn de şer diqewime û li gel xerckirina bi milyaran dolarî bi hezaran mirovî di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran mirov koçber û penaber bûne.

Omer Ocalan bi bîr xist ku kî bi kê re şer dike, bi wî re dikare li hev bike û got, "Em bi navê HDP'ê dikarin vî karî hêsan bikin, dikarin pêşî lê vekin, dikarin parlamentê bidin xebitandin, rêyên siyasî di asta herî bilind de vekin. Lê belê eger hûn ê aştiyê bi kesên ku pê re şer dikin re bikin, hingî divê mûxatab nayê şaşkirin.

Yanî bi dîtina me şaş e ku dewlet di vê mijarê de pêwendiyê bi sercerdevan û hin feodalan re datîne. Ev hemû hewldana wê yekê ne ku meseleya Kurd tasfiye bikin û Kurdan bi hin rê û rêbazan entegreyî sîstema xwe bikin. Beşek bi vî rengî hatiye entegrekirin."

HEWL DIDIN PLANA ŞARK ISLAHATÊ LI ROJAVA Û ŞENGALÊ BI CIH BÎNIN

Omer Ocalan da xuyakirin ku meseleya Kurd pirsgirêkeke 40 salan nîne, meseleyeke 100 salî ye û bal kişand ser meseleya ku ji sala 1920-1923'an ji Meclîsa destpêkê, ji Peymana Lozanê û vir ve kûr bûye. Omer Ocalan anî ziman ku 'Plana Şark Islahat' a bi serkêşiya Îsmet Înonu hate amadekirin, niha ji aliyê Tayyîp Erdogan ve li Rojava, li Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê hewl tê dayin bi cih bê anîn.

KURD ÊDÎ LI QADA NAVNETEWEYÎ HENE

Omer Ocalan diyar kir ku di çarçoveya vê planê de Bakurê Kurdistanê weke laboratûwarekê tê bikaranîn û got, "Em di wê baweriyê de ne ku bi siyasetmedarên xwedî îrade, nêrîn û gotin, bi axaftina bi Birêz Ocalan re ev mesele dikare bê çareserkirin. HDP di vê mijarê de wê rol û mîsyona xwe bi cih bîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn e, ji ber pirsgirêka Kurd gelek pirsgirêkên civakî û aborî rû dane. Di van bûyeran de em nikarin meseleya 'sedem-encamê' înkar bikin, ji ber ku her roj bi dehan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin. Bi heman rengî hêzên ewlekariyê, leşker ên li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin. Nabe ku em vê yekê ji nedîtî ve bên."

Omer Ocalan diyar kir ku dewletê di salên 1990'î de bi formateke cuda, di salên 2000'î de jî bi formateke cuda, niha jî bi senteya Îslama Siyasî û Tirk-Îslam xwe îfade dike û got, "Bi navê feraseta ummetê jî dixwaze Kurdan ji nirxên wan, ji nirxên neteweyî û mafên wan ên rewa vegirin. Lê belê dewlet di nava şaşitiyeke mezin de ye. Kurd êdî li qada navneteweyî xwedî siyaset in, xwedî gotin in. Li Rojava, bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê berdêlên giran dan û derketin holê."

KURD WÊ BI HIŞMENDIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ TEVBIGERIN

Omer Ocalan destnîşan kir ku bombardûmana ji Kobanê heta Şengal û Mexmûrê li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin ne ya qebûlkirinê ye û bi bîr xist ku Şengal û Kobanê beriya niha bûn hedefa çeteyên DAÎŞ'ê. Omer Ocalan diyar kir, ku Kurd ji aliyê fikrî û baweriyê ve xwedî nêrînên cuda jî bindi mijara yekîtiya neteweyî de wê bi hev re tevbigerin û got, "Di bin sîwana demokrasiyê de em ê li ser bingeha nirxên neteweyî bibin yek û têbikoşin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HÊRSA GELÊ KURD ZÊDETIR DIKE

Omer Ocalan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û bi bîr xist ku Tirkiye bi van kiryarên xwe destûra xwe ya bingehîn binpê dike.

Omer Ocalan anî ziman ku bi sîstemeke taybet tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û got, "Em her carê dibêjin; em ji dewleta Komara Tirkiyeyê qenciyekê, nêzîkatiyeke taybet naxwazin. Tecrîda ku hûn li ser Birêz Ocalan ferz dike di mejiyê Kurdan de bi cih dibe. Ev ne meseleyeke ku bi axaftineke ji 20 deqeyan a bi telefonê dikare çareser bibe. Em hevdîtinên bi Parêzeran û malbatê re jî qebûl nakin, ji ber ku tecrîda li ser Birêz Ocalan di şexsê wî de tecrîda li dijî gelê Kurd e. Em vê qebûl nakin.

Nêrîn û paradîgmaya Birêz Ocalan li her devera Kurdistanê belav bûye. Bi felsefeya wî jiyan li her derê şîn dibe. Tecrîdkirina Birêz Ocalan ji bilî zêdekirina hêrsa Kurdan a li dijî dewlet û sîstemê bi kêrî tiştekî nayê."