Olûç: AKP baroyên li gorî dilê xwe dixwaze

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê baroyên ku serî li ber ditewîne, dixwaze.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Olûç têkildarî serdana AKP'ê ya li HDP'ê ku doh li ser pêşniyara baroyan hate kirin got, "Ev serdan tên kirin, lê mixabin desthilatdarî pêşniyarên mûxalefetê nabîne. Me ev yek di qanûna înfazê de dît."

Olûç li ser serdana AKP'ê got, "Armanca desthilatdariyê projeya afirandina parêzerên maqûl e. Di çarçoveya vê projeyê de jî partiyên li desthilatdariyê vê nîqaşan baroyan dike. Em zanin ku qada dadgeriyê êdî riziyayî ye, bi temamî bi desthilatdariyê ve hatiye girêdan. Sîstema baroyan jî nîqaşek bi temamî ji bo armancên desthilatdariyê ye. Me bi rengekî eşkere ji heyeta AKP'ê re jî got ku sîstema baroyan şaş e."

Olûç her wiha nerazîbûn nîşanî êrişa li ser meşa baroyan da.

Olûç têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş wiha axivî: "Di biryara têkildarî Birêz Demîrtaş de hikum da ku binpêkirin heye û divê tazmînat bê dayin. Rewşa Birêz Demîrtaş wiha ye; hem li asta hiqûqa navneteweyî hem jî li ya neteweyî 4 caran biryara binpêkirinê hatiye dayin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ev biryar wergirtine, dadgehên xwecihî ev biryar dane. Demîrtaş ku 4 caran biryar hate dayin ku mafê wî hatiye binpêkirin, hîn jî dîlgirtî ye. Biryarên binpêkirinê yên di vê mijarê de wê dewam bikin."