OGÎ: 52 rojnameger hatin destgîrkirin, 145 jê girtî ne

Insîyatîva Rojnamegerên Azad (OGÎ) diyar kir di nav 9 mehên pêşî de, îsal 52 rojnamevan hatin destgîkrin û ji van 14 hatin girtin.

Inîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha îlonê û 9 mehên dawî aşkere kir. Li gorî raporê di 9 mehan de  46 rojnamger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin. 

 
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora meha îlonê û 9 mehên dawî bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatifê diyar kir ku di salên dawî de destgîrkirin û girtina rojnamegeran zêde dibe û wiha got: "Lêpirsîn, doz û darizandina rojnamegeran û cezakirina rojnamegeran her diçe zêde dibe. Di meha îlonê de jî tundiya li ser rojnamegeran kêm nebû. Li gorî daneyên me Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ), ku me ji çavkaniyên çapemeniyê kom kirin, di meha îlonê de 16 rojnameger hatin darizandin. 3 rojnameger bi giştî  17 sal û 2 meh ceza li wan hate birîn hatin. Rojnamegerek hat girtin. Di 9 mehan de 46 rojnameger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin." 
 
Înîsiyatifê da zanîn ku di vê pêvajoyê de ku desthilata AKP'ê "Pakêta reforma darazê tîne meclîsê"  di serdema desthilata AKP'ê de zexta li ser rojnamegeran zêde bû û wiha lê zêde kir: "Ev nîşan dide ku ev reform formalite ye. Bê navber li herêma Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Colemêrgê çalakî û şahiyên civakî û demokratîk tên qedexekirin. Di vê pêvajoyê de ku qedexe zêde dibe xebatkarên çapemeniyê ku dixwazin bername û şahiyên rêxistinên civakî bişopînin jî zext li ser wan tê kirin. Rojnamegerên ku dixwazin wêne û dîmen bikişînin astengî li ber wan tê danîn. Rojnameger nikarin bi hêsanî li kolanan çalakiyên civakî bişopînin û rastî astengiyên polîs û eskeran tên. An wênekêş û kamerayên wan desteser dikin an jî destûr nadin rojnameger têkevin qadê. Ev nîşan dide ku mafê azadiya çapemeniyê j destê wê tê girtin. Ev jî aşkere dike ku "Pakêta darazê" wê kêrî tişteki neyê."  
 
OGÎ destnişan kir ku ew dixwazin astengiyên li pêş çapemeniyê bên rakirin, lêpirsîn, destgîkirin, girtin û cezayê li rojnamegeran tê birîn bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Em rapora meha îlonê û 9 mehên dawî yên sala 2019'an bi were parve dikin. Em hevî dikin ku zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin." 
 
OGÎ'yê wiha cih da raropa meha Çile-Îlona 2019'an: 
 
* 145 rojnameger hêj girtî ne
*52 rojnameger hatin destgîkirin
*14 rojnameger hatin girtin 
*32 rojnameger derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin
*15 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin 
*330 rojnameger hatin darizandin 
*46 rojnameger rastî ceza hatin (Li 46 rojnamegeran bi giştî 138 sal û 7 meh û 18 roj ceza li wan birîn) 
*24 rojnameger hatin berdan 
* 2 rojnameger hatin dersînorkirin 
 
Meha îlonê: 
 
*1 rojnameger hate destgîkirin
*2 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin 
*16 rojnameger hatin darizandin 
*3 rojnameer rastî 17 sal û 2 meh ceza hat 
*1 rojnameger hat girtin